Hevserokên BDPê Gultan Kişanak û Selahattîn Demîrtaş cejna pîroz ya civaka Xiristiyan a Noelê bi peyameke nivîskî pîroz kir.
Peyama pîrozkirina BDPê wiha ye: Cejn, rojên pîroz yên ku hestên biratî, aştî, yekitî û wekheviyê bilind dibe ye.
Ji bo ku cejneke rast pêk bê; enceq bi dawîbûna hawira şer û bidawîbûna trajeyan, bi avakirina hawireke aştiyê ya bi rumet û û hembêzkirina navberan gelan pêkane.
Bi hêviya ku ev cejn, cejna dawî ya ku êş û rondikên çavan pêk tên, be û Cejna Vejînê ya 25ê kanûnê aştî û biratiyê bîn welatê me û cîhanê. Em roja hemû welatiyên xwe yên Xiristiyan û cihana xiristiyê pîroz dikin.