Ji hevserokên BDP’ê ji bo Orhan Dogan peyama bîranînê

Ji hevserokên BDP’ê ji bo Orhan Dogan peyama bîranînê

Hevserokên  BDP’ê Gultan Kişanak û Selahattîn Demîrtaş, bi wesîleya salvegera wefata siyasetmedarê Kurd Orhan Dogan di peyama weşandin de gotin, “Em rêhevalê xwe yê hêja yê têkoşînê, dilsozê aştiyê Orhan Dogan ku beriya niha bi 6 salan ji nav veqetiya bi rêz û hurmet bi bîr tînin.”

Di peyamê de tê destnîşankirin ku, Orhan Dogan bi dengê gel hatibû hilbijartin; lê zîhniyeta darbekar û ya îradeya gel nas nake bi darê zorê ew şand girtîgehê û peyam bi van sererêzan berdewam dike: “Rêzdar Orhan Dogan, tevî vê jî tu carî di têkoşîna xwe de paşde gav neavêt. Di salên girtîgehê de nîşanî her kesî de da ku biryardarî, berxwedana mezin, têkoşîna azadî û demokrasiyê û her wiha îradeya gel qet nayê dîlgirtin.

Tevî her tiştên pêre rû bi rû ma jî, tu carî ji çareserî û aştiyê hêviyên xwe qut nekir. Tu carî dest ji têkoşîna aştiyê berneda.

Ji ber di têkoşîna Demokrasî-azadî û aştiyê de bêrawestan meşiya bû sembola aştiyê.

Têvî hemû êşan jî ji rûyê xwe ken, ji zimanê xwe aştî kêm nekir.

Beriya ku ji nav me veqete gotibû ‘… Dostên hêja! Ji ber ku min ji bo we aştî pêk neanî ez lêborîna xwe dixwazim…’

Bi van gotinên xwe, mîna bi mîraseke mezin a rê nîşanî me bide ji nav me veqetiya.  

Em jî soz didin Rêzdar Orhan Dogan. Em ê girêdayî mîrasa Wî ya mezin bin.

Zimanê Wî yê aştiyê, wê rehberê berxwedana me ya demokratîk be.

Rojên bi aştî û azadî yên pêre hesret man nêzîk in ku em diyarî gelê xwe bikin.

Em careke din Rêzdar Orhan Dogan bi rêz û hurmet bi bîr tînin.

Em ê Wî di dil û têkoşîna xwe de dibin jiyandin.”