Ji Hevserokan peyama sersaxiyê
Ji Hevserokan peyama sersaxiyê
Ji Hevserokan peyama sersaxiyê
Hevserokên Giştî yên HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag, ji ber wefata Nasûh Mîtap, peyameke sersaxiyê weşandin.
Hevserokên Giştî yên HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag dan xuyakirin ku ji ber wefata yek ji damezrînerên Devrîmcî Yol (Rêya Şoreşgerî) Nasûh Mîtap ew gelekî xemgîn in û ji malbat, xizm û hevalên wî yên têkoşînê re sersaxî xwestin.
Hevserokan di peyamê de gotin, "Nasûh Mîtap, heta dawiya jiyana xwe di nava têkoşîna wekhevî, azadî û demokrasiyê de cih girt û bi vê yekê re bû yek ji nirxên girîng ê tevgera şoreşger a Tirkiyeyê. Bi têkoşîn û kesayetiya xwe ya dilnizm re em 'Kekê Nasûh' ê şoreşgeran Mîtap ber bi ebediyetê bi rê dikin, ji malbat û hevalên wî yên têkoşînê re careke din sersaxiyê dixwazin û jiyana Nasûh Mîtap a bi têkoşîna xweser û cihê rêzdariyê silav dikin. Bîranîna wî wê di têkoşîna azadî û demokrasiyê de bijî."