Ji hevalên Andrea Wolf peyama piştgiriyê
Dostên Enternasyonalîst ên Andrea Wolf/Ronahî nerazîbûn nîşanî êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî gelê sivîl û goristanên gerîla yên li Kurdistanê dan û destnîşan kirin, ku ya tê kirin faşîzm e.

Tevî biryara bêçalakîtiyê ya KCK'ê, êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî gelê sivîl û goristanên gerîla yên li Kurdistanê zêde dibin. Ev êrîşên dewleta Tirk, rastî nerazîbûna gelek derdoran tê. Yek ji komên nerazîbûnê nîşanî vê rewşê didin koma bi navê Dostên Enternasyonalîst ên Andrea Wolf/Ronahî ye.
Kom, ji bo nirxandina bûyer û qewimînên li Kurdistanê bi endamên xwe yên li Elmanya û Swîsreyê re civiya. Di civînê de êrîşên li hemberîg oristanên gerîlayên PKK'ê, komkujiyên li sivîlan tên kirin û xwerêveberiyên li Kurdistanê hatin ragihandin, hat nirxandin. Di dawiya civînê de li ser navê komê daxuyaniyek hat dayîn.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Weke kom, em mertalên zindî yên li ku ber Şehîdgeha Ronahî ya li Kelehere nobedê digirin, ji dil silav dikin. Bi sedan jin û mêr ev 54 roj in, li şehîdgeha gerîlayên PKK'ê ya li çiyayên Şax a Wanê, bîrdariya şehîdan, navenda agahiyan, îbadetxaneyan û bexçeyê şehîdgehê bi bedena xwe diparêzin. Mirov bi vê çalakiya xwe ya bêîteatiya sivîl re hewl didin pêşî li biryara dewleta Tirk a xerakirinê bigirin, ku ev biryara bi bombekirina şehîdgehan tê bi cihanîn, binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye."
Di daxuyaniyê de êrîşên dewleta Tirk hatin şermezarkirin û hat gotin, "Dewleta Tirk a faşîst bi çalakiya bombeyî ya li Enqereyê û bi êrîşên hewayî yên li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê re, ji bo tinekirina Kurdan çi jê tê dike. Em van êrîşên faşîst şermezar dikin û banga piştgirîdayîna gelê Kurd li raya giştî ya navneteweyî dikin. Weke hevalên Ronahî em destekê didin berxwedana li Bakurê Kurdistanê û piştgiriya xwe radigihînin."