Ji HDP’ê rapora Elewiyan

HDP’ê rapora derbarê arîşeyên Elewiyan bi daxuyaniyeke çapemeniyê ya li Meclîsê ragihand.

Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Muslum Dogan rapora bi navê ‘’Ji ber Sedema Bawerî û Hîndekariya Civaka Elwî Kêşeyên ku lê Rast Tên, Daxwazên Welatiyên Wekhev û Pêşniyarên Çareseriyê’ li Meclîsê bi daxuyaniyeke çapemeniyê ragihand.

Dogan got, ‘’Ji dema ku Komar hatî damezirandin heta niha civaka Elewî ji ber baweriya xwe rastî li kêşeyan tên. Bawerî û hîndekariya wan tine hatiye hesibandin, nehatiye qebûlkirin û li dijî vê jî asîmîlasyon hatiye danîn. Di serî de Seroktiya Karê Diyanetê bawerî û hîndekariya Elewiyan hatiye dorpêçkirin.

Dogan diyar kir ku wan rapor gihandine serokwekîlê komên partiyên siyasî û hemû saziyên dewletê.

ARÎŞE Û DAXWAZ

Dİ raporê de arîşeyên civaka Elewî wiha hatin vegotin:

‘’Bi dersên mecbûrî yên dînî asîmîlekirina Elewîtiyê. Seroktiya Karê Diyanetê li dijî azadiya dîn û wijdan e û li ser vê zemînê Elewîtî tine tê hesibandin. Cemevî ku cihê îbadetê yên Elewiyan in weke cihê îbadetê nayên qebûlkirin. Dergeha Hacî Bektaş Velî nadin Elewiyan. Ji bo Elewiyan hin rojên girîng hene ev weke rojên betlaneya fermî nayên qebûlkirin. Bi cihêkariyê re têkoşîn nayê dayin, pêşî li vê nayê girtin û di karê cameweriyê de cihêkarî û sûcên kîn û nefretê nayên cezakirin.’’

Di raporê de daxwazên civaka Elewî jî hatin rêzkirin. Hin ji van daxwazan:

*Divê dewlet Elewiyan nas bike,

*Divê dewlet dest di baweriya Elewiyan wernede,

*Divê dersên mecbûrî yên dînî werin rakirin,

*Divê komeleyên Elewî neyên girtin,

*Cemevî jî divê ji desteka ji bo mizgeftan sûd werbigirin,

*Divê Elewî jî ne mecbûr bin ku mesrefa mizgeftan û personelan bidin,

*Dê û bav nikarin perwerdehiya dînî ya ji bo zarokên xwe tercîh bikin,

*Derbarî baweriya Elewiyan nikarin dibistanên dînî vekin,

*Mirovên dîn neçar in ku bibin memûrê dewletê

*Dewlet yekdestiya xwe ya di qada dîn de bi reya Seroktiya Karê Diyanetê diparêze,