Li qada mîtîngê ya ku bi pankarta “Em ê li dijî diktatoriya Erdogan li ber xwe bidin” û bi wêneyên hevserokên giştî yên HDP’ê, perlementer û hilbijêrên girtî hate daliqandin, di axaftinên hatin kirin de; bal kişand ser pêkanînên Rewşa Awarte ya li Kurdistan û Tirkiyeyê.
Di axaftina de hatin diyarkirin ku ji bo şer,zilm, xwîn û rondikên çavan ên li ser gelê Tirkiyeyê tê ferzkirin bi dawî bibe, mumkîne ji rejîma Qeserê re bêjin ‘NA’. Wiha hate gotin: “Eger ku di referandûmê de hemû rêveberî bikeve destê diktator Erdogan, wê ji bo kedkar, karker û hemû Tirkiyeyê û gelê Kurdistanê bibe felaket.
Em serî li ber vê zilm natewînin! Ne bê hêvî ne. Di wê hêviyê de ne ku li hemû gelê me yên ku Kurdistan û Tirkiyeyê dijîn, karker û kedkar, jin, ciwan û hemû hêzên ku tên cudakirin û bi hemû hêza xwe ji bo li dijî diktatoriya Erdogan wê berxwedanekî hevpar ava bikin û li ber xwe bidin.”
Di çalakiyê de her wiha belavokên “Em ê li dijî diktatoriya Erdogan li ber xwe bidin” ku îmzeya HDK Hollanda li ser hatin belavkirin, bang li gelên Hollandayê hate kirin ku li dijî diktatoriya Erdogan a faşîst ku niha li Tirkiye û Kurdisanê dide meşandin, piştgiriyê bidin têkoşîna nirxên hevpar ên wekhevî, aştî, azadî , demokrasiyê.
Di mîtîngê de dirûşmên mîna “Diktator Erdogan”, “Ji Nîjatperesiya Faşîzmê Re Na”,”Li Dijî Faşîzmê Di Îsyanê De Ne”, “Faşîzma AKP’ê Destê xwe ji HDP’ê bikêşe” û “Ji Girtiyan Re Azadî” hatin qîrkirin.