Nûçeya Lezgîn: HPG-NRÇ: Artêşa Tirk bi her cûre çekan êrîşî gerîla dike

Ji gumanbarê Samatyayê Nazaryan hişyariya ‘Wê min bikujin’

Ji gumanbarê Samatyayê Nazaryan hişyariya ‘Wê min bikujin’

Murat Nazaryanê ku li Samatyayê jina Ermenî Marîtsa Kuçuk a 85 salî kuşt, derket holê ku hişyariya ‘bila min nedin koxuşê, ez ê bêm kuştin’ kiriye.

Beriya 11’emîn danişîna doza Marîtsa Kuçuk a bi hovîtiyek mezin hat kuştin, îro li 2’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Çaglayanê pêk tê, parêzera malbata Kuçuk Eren Keskîn axivî û got ku kujer Murat Nazaryan ji bo wê hişyariya ‘Bila min nedin koxuşê, ez ê bêm kuştin’ kiriye.

Keskîn diyar kir ku xizmên Nazaryan ên di Girtîgeha Sîlîvreyê de ye, diyar kirine ku Nazaryan bi dehan carî tevlî sûc hatiye kirin û sûc ji aliyê kesên din ve hatiye kirin, şahidên wî hene, lê ji tirsan di dadgehê de îfade nekirine. Keskîn got: “Dema ez çûm hevdîtina wî got; xwişkê bila min nedin koxuşê. Yan na wê min bikujin.’ Lê tevî vê jî ew xistin koxuşê."

Parêzer Eren Keskîn diyar kir ku dosyaya Murat Nazaryan a hatiye amadekirin gelek kêm e û got ku kêmasiya herî mezin gumana Nazaryan bi tena serê xwe nikare cînayeta Kuçuk pêk bîne. Keskîn anî ziman delîl ji aliyê midûriyeta polîsan ve kêm hatine berhevkirin û bi hewldanên xwe mînakên DNA’yê ji odeyê wê berhev kirine, wek delîl pêşkêş kirine. Keskîn got ku ndi dîroka ku Kuçuk hatiye qetilkirin de jinên Ermenî yên li malên xwe hatine derbkirin hene û tevî ku daxwaz kirine îfadeya wan bê girtin jî, dadgehê ev daxwaz qebûl nekiriye.