Di cîhanê de motora lêgerînê ya herî mezin Google ku dema navê Serok Komarê Iraqê û Serokê YNK’ê Celal Telebanî lê didin di beşa nasandinê de li gel dayîkbûna Telebanî “dîroka mirina” jî cih digire.
ANF’ê di servîsa Îngilîzî, Fransî û Almanî ya Googleyê de têkildarî Serok Komarê Iraqê Celal Telebanî lêgerîn kir û di lêgerînên testkirinê de rastî nasandinekî skandal hat.
Motora lêgerînê Google bi kurtasî têkildarî Telebanî wiha dibêje:
“Celal Telebanî di sala 1933’an de li gundê Kelkan yê Kurdistana Iraqê ji dayîkbûye, siyasetmedarekî Iraqê yê eslê xwe Kurde.”
Dîroka Dayîkbûnê: 12’ê Mijdar 1933
Dîroka Mirinê: 18’ê Kanûna 2012
Perwerde: Zanîngeha Bexda
Hevjîn: Hêro Îbrahîm Ehmed
Peywira Serok Komartiyê: 7’ê Nîsana 2005
Zarok: Kûbat Telebanî