Ji girtiyên li Girtîgeha Baybûrtê banga lezgîn

Hate ragihandin ku  li Girtîgeha Tîpa M a Baybûrtê cezayê hevdîtina vekirî li girtiyan hatiye birîn, xizmên girtiyan jî diyar kirin ku ‘girtiyan hevdîtina vekirî red kirine’.

Girtiyên li Girtîgeha Tîpa M a Baybûrtê bi rêya malbatan peyam şandin û daxwaz kirin ku heyet lezgîn ji parêzeran were girtîgehê û lêkolînan bikin.

Ji ber nûçeyên têkildarî binpêkirinên mafan, şidet û zextan rêveberiya girtîgehê hevdîtina girtiyan ya bi rêya telefonê ji bo malbatan weke hincet nîşan da, rêveberiya girtîgehê ji malbatan re ragihand ku ‘girityan derketina hevdîtina vekirî red kirine’.  Malbatên ku bi xizmên xwe re hevdîtin pêk anîn  diyar kirin qedexeya hevdîtinê ne weke ku rêveberiya girtîgehê ji wan re gotiye.

Girtiyên ku bi malbatên xwe re hevdîtin pêk anîn diyar kirin ku hevdîtinên telefonan û nûçeyên berê di çapemeniyê de derketine weke hincet hatiye nîşandan û cezayê demeke ne diyar a hevdîtina vekirî li wan birîne. Girtiyan diyar kirin ku rêveberiya girtîgehê ji wan re gotiye di hevdîtinên vekirî yên bêne kirin de “hûnê bi lingên tazî derkevin”, banga lezgîn li parêzvanên mafê mirovan û parêzeran kirin.

BANGA LEZGÎN

Girtiyan diyar kirin ku hevdîtinên ji bo cejnê jî hatine betal kirin û daxwaz kirin ku li dijî vê heyetek biçe girtîgehê û daxuyaniyê bide. Malbatên girtiyan jî banga  bidawî kirina pêkanînên keyfî û xwedî derketina li girtiyan kir.