Ji girtîgeha Urmiyê dengê ‘Ey Reqîp’ bilind dibe
Ji girtîgeha Urmiyê dengê ‘Ey Reqîp’ bilind dibe
Ji girtîgeha Urmiyê dengê ‘Ey Reqîp’ bilind dibe
Rejîma Îranê girtiyê siyasî yê kurd Habîbullah Gulperîpur darve kir. Ji girtîgeha Urmiyê ji duh êvarê de dengên ‘Ey Reqîp’ bilind dibe.
Girtiyê siyasî yê kurd Gulperîpur ku ji 2007’an het aniha di girtîgehê de bû, li girtîgeha Urmiyê hat darvekirin.
Li gorî çavkaniyên herêmî ji duh êvarê de li girtîgeha Urmiyê li beş aku ku cezayên îdamê tên îfazkirin de dengê ‘Ey Reqîp’ bilind dibe.
Malbata ku agahî girtin kurê wan xistine hucreya darvekirinê, vê sibê çûn Urmiyê. Lê rayedarên girtîgehê nehiştin malbat têkevin morgê.
Gulperîpur di 27’ê îloan 2007’an de li Mahabadê hatibû girtin û rastî îşenceyên giran hatibû. Di 14’ê Adara 2010’an de cezayê darvekirinê lê hat birîng. Cezayê ku rejîmê dabû dadgehê erê kir. Gulperîpur biryara dadgehê 15 rojan bi greva birçîbûnê protest kir.
Rejîma îranê ji 2007’an heta niha 11 siyasetmedarên kurd darve kir.
Niha 26 girtiyên kurd yên siyasî di bin tehdîda darvekirinê de ye.