Li dijî embargo û tecrîda li ser Rojavayê Kurdistanê kampayaya piştgiriyê hatibû destpêkirin û piştgiyeke din jî ji girtiyên MLKP, TKP/ML, KDO, Tevgera Berxwedanê û TÎKB’ê hat.
Girtiyên MLKP, TKP/ML, KDO, tevgera berxwedanê û TÎKB’ê yên girtîgeha Tîpa F ya Hejmar 1 a Sîncanê dimînin bi armanca ku bi gelê Rojavayê Kurdistanê re bikevin nava piştevaniyê hewcedariyên xwe yên hefteyekê ji bo wan berhev kirin.
Girtiyan daxuyaniyek dan û diyar kirin ku Rojavayê Kurdistanê ku di 19’ê tebaxê de rêveberiyên xwe yên xweser avakirin û di riya azadiyê de dimeşin, hameleya wan ya xweseriya demokratîk gihiştiye asteke krîtîk.
Di daxuyaniyê de bang hat kirin ku bila qêrîna ‘li ber bide Rojava em ligel te ne’ bila bilind bibe û wiha hat gotin: “Gelê Rojava di hegomonya û şerê dagirker yên emperyalîstan de piyonbûn red kiriye û vebijêrka xwe hilbijartiye. Gelê Rojava niha bi xetereyên mezin re rû bi rû ye.
Di berdewamiyê de wiha hat gotin: “Gelê Rojava û îradeya serokatiyê hewl tê dayîn bi çekê bê çewisandin, bi birçîbûn û sermayê bê terbiyekirin.
Em wekê şoreşger xwe berpirsyar dibînin ku xwedî li îradeya gelê Rojava derkevin. Em bi vê bawerî û hişmendiyê ligel Gelê Rojavayê Kurdistanê cihê xwe digirin. em bang li hemû kesî dikin ku bila desngê xwe ji bo kampanyayê bilind bikin.”
Di 9’ê çile de li girtîgeha Tîpa F ya Tekîrdagê girtiyên MLKP’ê piştgirî dabûn kampanyayê.