'Ji Gezî heta Pirsûsê, em têkoşîna edaletê mezin bikin'
Xaziyê Gezî û Pirsûsê Çagdaş Kuçukbattal diyar kir, lêgerîna li jiyana nû, ji Gezî heta Rojava qedera gelan bi hev ve girê daye.
Xaziyê Gezî û Pirsûsê Çagdaş Kuçukbattal diyar kir, lêgerîna li jiyana nû, ji Gezî heta Rojava qedera gelan bi hev ve girê daye.
Xaziyê Gezî û Pirsûsê Çagdaş Kuçukbattal diyar kir, lêgerîna li jiyana nû, ji Gezî heta Rojava qedera gelan bi hev ve girê daye.
Çagdaş Kuçukbattal ê di roja destpêkê ya berxwedana Gezî de çavekî wî ji ber bombeya gazê ya polîsan rijiya, ji hovîtiya li Pirsûsê jî bi birîndarî filitî. Di 20'ê Tîrmehê de, tevî hevrêyên wî, evîndara wî Buşra Mete jiyana xwe ji dest da. Kuçukbattal, piştî ku tedawiya wî qediya ji cihê mayî têkoşîna xwe dewam kir. Di wê baweriyê de ye ku raperîna Hezîranê û şoreşa Rojava hêvî û lêgerîna gelan a li jiyaneke nû ye. Kuçukbattal ji bo edalet bi cih were, ji bo serketina kampanya SGDF a bi navê "Ji bo Pirsûsê edalet, ji bo her kesî edalet" xwest, ev kampanya bibe kampanya mîlyonan.
Kuçukbattal da xuyakirin, berxwedana Gezî û şoerşa Rojava, hêviya jiyana nû ya gelan e û got, "Serhildana Hezîranê lêgerîna li jiyana nû ya gelan bû. Şoreşa Rojava jî cihê avakirina vê jiyana nû ye. Di navenda berxwedana Gezî de jin û ciwan hebûn. Mîna şoreşa Rojava. Ji xwe şoreşa Rojava şoreşa jinê ye. Ez jî weke şoreşgerekî Tirkiyeyî tevlî berxwedana Gezî bûm. Piştre ji bo xwe bigihînim şoreşê min biryar da tevlî karê ji nû ve avakirina Kobanê bibim."
MÎNA KU WÊ BIBE RÊWÎTIYA ME YA DAWÎ
Kuçukbattal ji Stenbolê bi rê ke tû ji bo rêwîtiya wê rojê got, "Ji hemû rêwîtiyên min ên beriya wê gelekî cuda bû. Her kes gelekî bi coş bû. Lê belê mîna ku wê tiştek biqewime, bû. Hesteke bi vî rengî bi min re der bû. Mîna ku wê bibe rêwîtiya dawî."
Piştî xwe digihînin Pirsûsê diçin Navenda Çandê ya Amara. Hemû bi hev re taştê dixwin û li benda biryara destûra ji bo çûyîna Kobanê disekinin. Di vê kêliyê de tê gotin, ku wê daxuyanî were dayîn û hemû li hewşa navendê li hev dicivin.
Piştî ku daxuyanî bi dawî dibe, dengê dirûşma "Ji Arîn heta Sîbel em ber bi serketinê ve dimeşin" bilind dibe. Lê di vê kêliyê de teqîn rû dide.
'MIN LI PÊLAVÊN HEVRÊYÊN LI ERDÊ DIRÊJKIRÎ DINÊRÎ'
Çagdaş Kuçukbattal qalê dike: "Piştî daxuyaniyê min xwest wêne bikişînim û tweetekê bavêjim. Derbasî pêşberî hevalan bûm û min wêne kişand. Dema min tweet dinivîsand teqînê rû da. Ji min hebû ku bombeya deng teqiya ye. Piştî ku min serê xwe bilind kir û dît hevrêyên min li erdê ne, min fêm kir ku tiştekî mezin e. Piştre bi erdê re min xwe kaş kir û hewl da xwe bigihîne cihekî ewle. Dûre min serê xwe rakir û li dora xwe nihêrî. Rewş gelekî nebaş bû. Min li pêlavên hevrêyên li erdê dirêjkirî dinêhirî. Min hewl dida hevrêyên xwe nas bikim."
Di teqînê de lingê Kuçukbattal şikest. Hevrêyên wî, tevî êrîşa polîsan a bi bombeya gazê ew rakirinnexweşxaneyê. Piştre sewqî Stenbolê hat kirin. Tedawiya wî demeke dirêj dewam kir.
Piştî ku rabû ser piyan, careke din berê xwe da kolanan. Niha jî, daxwaza edaletê ya ji bo Gezî û Pirsûsê kiriye parçeyek ji têkoşîna xwe.
Tevî ku li Gezî çavekî wî ji aliyê polîsan ve hat rijandin, ev 3 sal in li hemberî polîsan ti doz nehatiye vekirin. Tevî ku di ser komkujiya Pirsûsê re 10 meh derbas bûne jî, biryara nepenîtiyê ya li ser dosyayê nehatiye rakirin.
Kuçukbattal işaret bi dîroka komkujiyan a dewletê kir û anî ziman, kiryarên omkujiyan encax bi têkoşîneke edaletê ya civakî dikarin werin cezakirin.
Ji bo kampanya SGDF a di 20'ê Tîrmehê de hat destpêkirin Kuçukbattal got, "Ji belgeyên derketin holê hat dîtin, berpirsyarê komkujiya Pirsûsê Qesr e. Me dît, ku rêxistina emniyetê û jendermeyan dizanîbûn wê êrîşeke xwekujî bê kirin. Têkoşîna edaletê bi gelek rêbaz û daxwazan dikare were meşandin. Têkoşîna ji bo rakirina biryara nepenîtiyê ya li ser dosya Pirsûsê, parçeyek ji têkoşîna me ya edaetê ye. Yan jî eşkerebûna belgeyan parçeyek û destketiyek ji vê têkoşînê ye. Di heman demê de serketina dawî ya têkoşîna edaletê, wê bibe têkçûna rejîma Qesrê ya ev komkujî plan kiriye. Kampanya avakirina Kobanê veguherîbû kampanya mîlyonan. Kampanya edaletê ya SGDF'ê jî eger veguhere xebateke bi beşdariya bi mîlyonan kesî, wê têkoşîna edaletê bi ser bikeve."