Gerîlayên YJA Starê stranek li ser 'Cenga Heftanînê' çê kirin

Gerîlayên YJA Starê bi awazên xwe li qada Heftanînê şerê azadiyê geş dikin û dibêjin; ‘Heftanîn warê berxwedanê ye. Em ê ne bi tenê bi çalakiyên xwe, em ê bi çand û hunera gerîla ve jî têkoşîna xwe geş bikin.’

Gerîlayên HPG û YJA Starê di nava têkoşîna azadiyê de bi berxwedanên destanî dîrokê dinivîsînin. Gerîlayên ku li qada Heftanînê Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê têdikoşin, bênavber li dagirkerên artêşa Tirk didin. Carinan bi helbestan carinan jî bi awazên xwe yên ji dil vê berxwedana Cenga Heftanînê geş dikin. Gerîlayên YJA Starê bi hemû rengê xwe beşdarî vê Cengê dibin û di nava berxwedana dîrokî ya qada Heftanînê de jî dibin çavkaniya hêzê û dibêjin; ‘Dem dema tevgerê ye.’

‘EM Ê BI HUNERA GERÎLA BIBIN DENGÊ ŞEHÎDÊN HEFTANÎNÊ’

Gerîlayên YJA Starê Azê, Zîlan û Eylem bi destpêkirina berxwedana Heftanînê ve ketine nava liv û tevgerê da ku bi awazên xwe re şerê azadiyê di rûpelên dîrokê de bi cîh bikin. Jinên şoreşger gav bi gav, di nava hemû xebatan de, ji eniyên herî pêş heta çalakiyên herî bi bandor, rengê xwe dane vê cengê. Gerîlayên azadiyê ji aliyekî ve di eniyên pêş de şerekî dîrokî dimeşînin aliyê din de jî bi hunera xwe rengê Cenga Heftanînê raberî cîhanê dikin. Gerîla Eylem Mazlûm hem di xebatên tendirustiyê de hem jî bi awazên xwe di nava Cenga Heftanînê de cih digire. Gerîlaya YJA Starê Eylem, gavên serkeftî ya cenga Heftanînê dinirxîne û dibêje; “Dîroka rast her tim ji aliyê deshilatdaran ve berovajî hatiye nivîsandin lê gerîlayên azadiya Kurdistanê bi kedeke mezin ji nû ve dîrokê dinivîsin. Me ji bo bîranîn û tolhildana rêhevalên xwe ev stran afirand. Li kêleka çeka ku em bi kar tînin çeka din jî huner e. Em ê bi vê stranê berxwedêrên Heftanînê bi her kesî bidin nasîn. Ji bona bîranînên şehîdan em ê bi hemû hêza xwe tevlî bin.”

Gerîlaya YJA Starê Azê Viyan jî bi saza xwe coş û kelecana cengê zêdetir dike û dibêje; “Ji bona bîranîna şehîdên Heftanînê me ev stran afirand û em diyarî wan dikin. Dibe ku dijmin bi hemû hêza xwe êrîşê axa me dike lê bila baş bizanibin ku em ê bi her awayî tola gelê xwe û rêhevalên xwe ji zordaran bigirin.”

Gerîlaya YJA Starê Zîlan Devrîm jî bi awazên xwe yên herî ji dil di nava vê komê de cîh digire. Hem di çeperên şer de berxwedide hem jî bi gotina stranan ve hestên herî ji dil vedibêje. Gerîla Zîlan bi dengê xwe yê zelal agirê vê cengê geş dike û dibêje; “Em ê ti carî tola rêhevalên xwe li erdê nehêlin. Bi hunera gerîla ve em ê her tim rêhevalên xwe yên qehreman bidin jiyîn. Li ser vê esasê me ev stran çêkir û em diyarî hemû gelê xwe û hevalên xwe dikin yên ku di nava vê cengê de li ber xwe didin.”

‘HETA SERKEFTINÊ EM Ê LI BER XWE BIDIN’

Klama Cenga Heftanînê li gelî, navser û çiyayên Heftanînê bilind dibe. Di her hevoka stranê de şoreşgerên mezin yên ku di nava berxwedana Cenga Heftanînê de şehîd bûne, careke din zindî dibin.Jinên şoreşger yên Kurd careke din bi vê stranê ve dengê xwe bilind dikin û digihînin hemû cîhanê. Li Heftanînê gav bi gav hebûna jinan şerê azadiyê xurt dike. Hêzên YJA Starê bi deng û rengê xwe beşdarî şerê hebûnê dibin û dibêjin; “Heta serkeftinê em ê ti carî nesekinin û li ku derê dagirkerî hebe em ê berxwedaneke piralî bimeşînin”