Ji FKÊ hişyarî
Ji FKÊ hişyarî
Ji FKÊ hişyarî
Federasyona Komeleyên Êzidiyan li Elmanyayê (FKÊ), der barê hin derdorên ku li ser navê wan alîkariyê kom dikin de gel hişyar kir û ji her kesî xwest, ku ji bilî Heyva Sor a Kurdistanê (HSK) kes alîkariyê neşînin ti devereke din.
Federasyona Komeleyên Êzidiyan li Elmanyayê (FKÊ) bi daxuyaniyeke nivîskî, der barê hin kesên bi hesabên sexte li ser navê wan alîkariyê kom dikin de, hişyarî da.
FKÊ ragihandin ku di dema dawî de li ser navê rêxistin û hin saziyên wan, di çalakî û şahiyên civakî de alîkariyê kom dikin û got, "Kesên li ser nirxên me û li ser navê saziyên me hewldanên wisa dikin, ew kes bêrêzî û bê exlaqiyê dikin. Rêxistina me ya neteweyî ya ku alîkariyê kom dike Heyva Sor a Kurdistanê (HSK) ye, ku ji bo Şengalê hesabekî bankayê vekiriye. Ji bilî vê, ti alîkariyên li ser navê me tên komkirin ji aliyê me ve nayê qebûlkirin. Em bang li gelê xwe dikin ku di van xûsûsan de hişyar be û tedbîran bigire."