Ji Federasyona Kurd a Swêdê banga Efrînê

Federasyona Kurd a Swêd destnişan kir ku Erdogan ji ber ku têk diçe êrîşê tîne û ji bo rawestandina êrîşên dagirker bang li Swêdê û cîhana derve kir.

Federasyona Kurd a Swêdê bi Komîteya Hevseng a Partiyên Kurd bang li hikumeta Swêdê û cîhana derve kir ku ji bo rawestandina êrîşên dewleta Tirk ên li hember Efrînê, bilivin û tevbigerin.

Di daxuyaniyê de balê dikşînin ser wê ku dewleta Tirk di êrîşên dagirkeriya Efrînê de sivîlan dikuje û hinceta Erdogan a dibêje ‘têkoşîna li hember terorê’ ti eleqeya xwe bi rastiyê re nîne.

Bi serokê giştî yê Federasyona Kurd Keya Îzol û sekreterê giştî yê federasyonê Bîlal Gorgu re me hevdîtinek pêk anî û me derbarê êrîşên dewleta Tirk nêrînên wan girtin.

‘TIRKIYÊ SÛCÊ ŞER DIKE’

Keya Îzol diyar kir ku Tirkiyê sucê şer pêk tîne û li hember Rûsya û welatên rojavayî yên ku bêdeng in nerazîbûn nîşan da.

Keya Îzol bibîr xist ku ji şerê Vîetnamê û vir ve Swêd piştgiriyê dide gelan û got: “Beramberî ku lobiya Kurdan li Swêd xurt e jî, Swêd nerezîbûna diviya nîşan bidaya, nîşan neda. Em beşek ji lobiya Kurd, bêdengiya li hember Efrînê em qebûl nakin û em ê hewldanên xwe heta ku êrîş rawestin, bidomînin.”

‘HEWLDANÊN DAWÎ YÊN ERDOGAN’

Keya Îzol bal kişand serê ku Erdogan û AKP’ê li tevahiya cihana derve prestîja xwe bi temamî ji dest daye û wiha got: “Li derve ev dibin û Erdogan li hindur jî wenda dike. Hertişt nîşan dide ku polîtîkaya Erdogan têk çûye. Ji ber vê yekê li dijî Kurdan zêdetir xwedî li netewperestî û şovenîzmê derdikeve. Bi êrîşa li hember Efrînê, bi piştgiriya derdorên nijadperest û şoven dixwaze desthilatdariya xwe qeyîm bike.”

Keya Îzol wekî din diyar kir ku dewleta Tirkiyê nikare biser bikeve û got: “Erdogan talokeyeke mezin daye ber xwe, ev jî nîşan dide ku Erdogan gelekî tengavî bûye. Ev hewldanên wî yên dawî ne.”

‘HER MIROVÊ Bİ WIJDAN DIVÊ Lİ DIJÎ DERBIKEVE’

Bîlal Gorgu diyar kir ku herkesê xwedî wijdan hewce ye li dij êrîşên li hember Efrînê derbikeve.

Bîlal Gorgu herwiha li hember ragirtin û girtina kesên li dijî dagirkeriya Tirkiyê derdikevin nerazîbûn nîşan da û xwest ku Tirkiyê hew zagonên navnetewî binpê bike.