Qetilkirina siyasetmedarên jin Sakine Cansiz, Fidan Dogan û Leyla Soylemez ji aliyê Artêşa Gel a Kolombiyayê (FARC) ve hate şermezar kirin.
Delegasyona aştiyê û sekreteriya FARC'ê ji gelê Kurd re peyama sersaxiyê şand. Delegasyona Aştiyê ya FARC'ê bi gotina "Rêhevalên PKK'î" dest bi daxuyaniya xwe û vê peyamê da:
"Em bi nûçeya kuştina rêhevalên me Sakine Cansiz, Fidan Dogan û Leyla Soylemez hejiyan. Ev êrîş ji aliyê neyarên ku naxwazin gel serbixwe bibin ve hatiye kirin û em bi awayekî tund şermezar dikin. Em êşa rêhevalên PKK'î parve dikin."