Ji Eurominortiy nexşeya nû ya Kurdistanê

Ji Eurominortiy nexşeya nû ya Kurdistanê

Komeleya Neteweyên bê Dewlet û Kêmarên Ewropayê (Eurominority) û Enstîtuya Kurd a Parîsê nexşeyek nû ya Kurdistanê amade kirin. Bi vê nexşeyê tê xwestin ku “Neteweya Çiyayê Agiriyê were nasîn”.

Komeleya Euromority (Eurominority.eu) ya ji bo handana gelên kêmar ên Ewropayê hatiye avakirin û Enstîtuya Kurdan a li Parîsê nexşeya nû ya Kurdistanê amade kir. Di nexşeyê de zimanê Kurdî û Înglîzî hene.

Eurominority diyar kir ku ew bi vê nexşeyê tê dixwazin ku “Neteweya Çiyayê Agiriyê were nasîn”. Di nexşeyê de bajarên sereke yên Kurdan û çiyayên mezin, robar, gol hatine bicihkirin. Komeleyê di nexşeyê de cihên ku bi zaravayên cûda yên Kurdî pê tên axaftin destnîşan kiriye.

Serek ê nexşeyê xwe digihîne Hatay û beşek ji wê digire nava xwe û sînorê Kurdistanê ji van bajaran pêk tên: Mereş, Elbîstan, Koçgiri, Erzingan, Erzirom, Qers, Îdir, Agirî, Makû, Urmiye, Mehabad, Bicar, Kirmaşan, Îlam, Xaneqîn, Kerkuk, Mûsil, Qamişlo, Efrîn.

Di nexşeyê de navên çiya û golên li Kurdistanê jî bi zimanê Kurdî hatine nivîsandin.

Komeleya Neteweyên bê Dewlet û Kêmarên Ewropayê di sala 1999 de ji aliyê Mikael Bodlore-Penlaez ve hate avakirin. Eurominority, li Ewropayê xwedî tevnek berfireh a nûçegihan û lêkolînên li ser gelan e.. www.eurominority.eu îro bi xêra vê yekê bi 30 zimanan weşanê dike. Nexşeya Kurdistanê li ser malpera xwe ya înternetê bi 11 euroyan difiroşe.