Ji Essenê ji bo Kobanê û Şengalê alîkarî hat şandin

Ji Essenê ji bo Kobanê û Şengalê alîkarî hat şandin

Ji bajarê Elmanya Essenê, di çarçoveya kampanya piştevaniya Şengal û Kobanê de, alîkariya ji kinc û kelûpelên tenduristiyê ya barê 3 TIR'an, hat komkirin.

Kurdên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê neçar man ji Şengal û Kantona Kobanê ya Rojavayê Kurdistanê koç bikin, li bajarên cuda yên Bakur û Başûrê Kurdistanê li kampan di mercên zehmet de dijîn. Şengalî û Kobaniyên ku bi nêzîkbûna zivistanê re bi zehmetî û pirsgirêkên mezin re rû bi rû ne, ji dewletên cîhanê destekê nabînin. Di serî de Kurd, rêxistinên civakî yên sivîl ên demokratîk û saziyên cuda, li gorî derfetên xwe alîkariyê didin.

Saziyên Kurd ên li bajarê Elmanya Essenê kar dikin, ji bo Şengal û Kobanê dest bi kampanyayekê kirin. Di çarçoveya kampanya hevpar a Înîsiyatîfa Jinên Kurd li Essenê û Mizgefta Kurd de, heta niha barê 3 TIR'an kinc û kelûpelên tenduristiyê hat şandin. Di çarçoveya kampanya ji 15'ê Tebaxê û vir ve dewam dike de, TIR'a destpêkê ji bo Şengaliyên li bajarê Zaxo yê li Başûrê Kurdistanê, ya duyemîn ji bo Êzidiyên li kampa Newrozê ya Dêrikê û ya sêyemîn jî ji bo Kobaniyên li Pirsûsê hat şandin.

Ji rêveberên kampanyayê Axîn Welat da xuyakirin ku ew dixwazin nîşan bidin ku Kurdên li ser xaka xwe ji neçarî bûne penaber bi tenê nînin û kêm be jî alîkariyekê bide wan. Welat diyar kir ku piştî li Şengalê komkujiyê rû da wan li bajêr dest bi kampanyayê kirin û got, "Me di meha Tebaxê de dan destpêkirin. Kelûpelên me berhev kir, bi TIR'a destpêkê ji Êzidiyên li Zaxo, ya duyemîn ji yên li kampa Newrozê û ya sêyemîn jî ji Kobaniyê li Pirsûsê re duh hat şandin."

Axîn Welat bal kişand ser mercên zivistanê û ji bo mezinkirina kampanyayê ev bang kir:

"Zivistan nêzîk e û şert û mercên jiyanê yên mirovên li kampan gelekî nebaş e. Gelê me yê li Ewropayê dijî, bi taybetî jî karsazên me divê ji bo peydakirina kelûpelên mîna kincên zivistanê û konan, seferber bibin."

WÊ JI BO KOBANÊ LI BAZARAN EŞYA BÊN FIROTIN

Endamên Ciwanên Azad-Essen ên destekê didin kampanyayê, wê meh in bi awayekî çalak dixebitin. Zozan Erdal da xuyakirin ku di çarçoveya kampanyayê de wan heta niha gelek eşya kom kirine û got, "Betanî, lihêf, pêlav, mamayê zarokan û gelek kelûpelên din me kom kirine. Me înternet jî di vê kampanyayê de baş bikar anîn. Bi rêya înternetê gelek kesî xwe gihandin me."

Xwendekarê zanîngehê Mays Yilmaz jî yek ji beşdarên aktîf ê kampanyayê ye. Yilmaz diyar kir ku ew ê kampanyayê bi şêweyên cuda bidomînin û got, "Hin eşyayên di çarçoveya kampanyayê de hatin komkirin, ji ber ku ne li gorî wir e, me neşand. Em ê wan li bazarên li vir bifiroş in û bi dahatên ji vir, ji yên pêwîstiya wan pê heye re bişînin."