Ji Erdogan peyamên bi heqeret û tehdît
Ji Erdogan peyamên bi heqeret û tehdît
Ji Erdogan peyamên bi heqeret û tehdît
Serokwezîrê tirk Recep Tayîp Erdogan heqeret li berxwedêrên parqa Geziyê kir û got pesnê parqê didin lê ji pîsî û qirêjiyê mirov nekarin derbas bin û got: “Bila bihêlin em wir paqij bikin. Bila wan çend kesên li wir j ime re bihêlin.” Erdogan got dê biryara Parlamentoya Ewropayê jî nas nekin.
Erdogan di civîna serokên şaredariyên AKP’ê de axivî û der barê parqa Gezî de axivî û her wiha berxwedana Yewnanîstanê bibîranîn û got: “Ez biryara ku Parlamentoya Ewropayê bom e digire nas nakim.
Erdogan gotinên xwe yên her tim dubare kir û der barê berxwedana Parqa Gezî de ku ev demek didome wiha got: “Ev du hefteye li welatê me çalakî pêk tên. Ev we jî nerehet dike. Emê sibê di civîna xwe de van lîstikên li Tirkiyeyê tên lîstin dê ji civaka xwe re parve bikin.
Erdogan heqeret li berxwedêrên Geziyê kir û got ew der ji pîsî û qirêjiyê mirov nekarin derbas bin û gefa em dê wir ji wan kend kesan paqij bikin.
Erdogan balkişand ser biryara Parlamentoya Ewropayê û got ew biryara wan nas nake û got yên vê biryarê digirin bila Yewnanîstanê binêrin.