Serokwezîrê Tirk Recep Tayyip Erdogan di Civîna Nirxandin û Şêwira Parlementerên AKP’ê de axivî û careke din heqaretê li parlementerên BDP’ê kir. Erdogan got; “Çi pêwîst be meclîs dê wê bike” û bi vî awayî gefa rakirina mafê destnedanê yê parlementerên Kurd da. Her wiha, Erdogan piştgirî da êrîşa hovane yên polîsên Tirk ên li dijî cenazeyên gerîlayan jî.
Serokwezîrê Tirk Recep Tayyip Erdogan di axaftina derbarê mafê destenedanê yê BDP’yiyan de kir careke din gef li parlementerên BDPê xwar.
Erdogan derbarê fezleyên ji ber gendelî, dizî û bi xirabî karanîna wezîfeyê ya parlementerên AKPê de tu tiştek ne got û got: “Em bi israr li ser meseleya terorê rawestiyan. Me got ku meclîs dikare çareser bike û cihê vê Meclîs e. Me her tim wekîlên di bin banê BDPê de teşwîq kir. Me got ku divê BDP jî berpirsyartiyan hilbigire. Li gel hemû niyeta me ya baş, BDP li şûna bibe parçeyek çareseriyê, bû parçeyek ji terorê.”
DIBÊJE ‘TE JI BO ÇARESERIYÊ KIR!
Erdogan careke din bang li “welatiyên Kurd” kir ku û bêyî ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd tu projeyek nîşan bide, ji BDP’ê pirsa “Heta îro ji bo çareseriyê û rawestandina xwînê te çi kir?” pirsî.
Erdogan got: “Li tu deverên cîhanê tu carî partiyeke siyasî ku destekê dide terorê nayê qebûlkirin. Ev partiyên wiha ji bo demokrasiyê weke xeterî tên dîtin. Ger dê li Meclisê bimînin, bila nîşan bidin ku ew destekê nadin terorê. Bila terorê şermezar bikin. An ne ew weke baskên rêxistina terorê de bin, em vê yekê qebûl nakin.”