Ji Elmanyayê daxuyaniya têkilî Demîrtaş

Hikûmeta Elman xwest Hevserokê berê yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş were berdan û bang li Enqerê kir ku biryarên DMME'yê û PMME'yê bi cih bîne.

Beriya bi çendekê parlamenterên Partiya Çepgir Hêlîn Evrîm Sommer û Gokay Akbulut binpêkirina biryarên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) ya li ser hevserokê berê yê HDP'ê Selatatîn Demîrtaş anîbûn rojeva Meclîsa Federal.

Li ser navê hikûmeta bi seroktiya Angela Merkel, Misteşarê Wezîrê Karê Derve Mîguel Berger bersiv da pirsnameya du parlamenetaran.

Rayedarê Elman bi bersiveke kurt bal kişande ser biryara DMME'yê ya ji bo berdana Demîrtaş û diyar kir, Peymana Mafê Mirovan a Ewropayê (PMME) tine tê hesibandin û wiha Selahattîn Demîrtaş girtî tê hiştin. Rayedara xwest ku Demîrtaş demildest were berdan û got Tirkiye weke divêtiyeke endamtiya Konseya Ewropayê divê biryarên DMME'yê bi cih bîne.

Beriya niha jî hikûmeta Elman qerneya xirab a mafê mirovan a rejîma Erdogan, polîtîkaya şer û kirinên ku dewleta hiqûqê binpê dike rexne kiribû û bang li Enqerê kiribû. Cotmeha bihurî jî Wezîrê Ji Karê Ewropayê berpirs ê Elmanyayê Mîchale Roth xwestibû ku hikûmet guh bide rapora CPT'yê, divê parêzer û malbat bikaribin biçin girtîgeha Imraliyê ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan lê rehîn e.