Ji Elewiyên hewl didin mala cem li Swêdê vekin, şeva bi coş
Elewiyên li Swêdê dijîn, ji bo yekemîn mala xwe ya cem li bajarê Ûppsala vekin, dest bi kampanya 'Tu jî tuxleyekî deyne' kir. Bi vê armancê li heman bajarî şeveke çandê ya piştgiriyê lidar xistin.
MÛRAT KÛSEYRÎ
STOCKHOLM / ANF
duşem, 12 berfanbarê 2016, 07:20
Tevî siyasetmedarên herêmî û parlamenterên Swêdî, rêveberên Konfederasyona Yekîtiya Elewiyan li Ewropayê, Parlamenterê HDP'ê Mahmût Togrûl, Parlamenterê CHP'ê Necaetî Yilmaz û Pîrê Elewiyan Mûstafa Misir jî tevlî şevê bûn.
EM HÊVÎDAR IN WÊ MALA CEM BIBE FIND Û RONAHIYA HÊVIYÊ
Seroka Federasyona Elewiyan li Swêdê Nevîn Kamîlagaoglû di destpêka şevê de axivî. Kamîlagaoglû da xuyakirin, meha Kanûnê meheke tarî ye û komkujiyên Mereş û Roboskî yên di vê mehê de hatin kirin bibîr xist. Kamîlagaoglû got, "Di nava vê tarîtiyê de, em hêvîdar in wê mala cem a ku em ê li Ûppsalayê vekin, bibe find û ronahiya hêviyê."
Parlamenterê Partiya Karker a Sosyal Demokrat a Swêdê Anders Osterberg jî da xuyakirin, ku ew destekê didin hewldanên Elewiyan ji bo mala cem vekin. Osterberg di dewama axaftina xwe de bal kişand ser binpêkirina mafên mirovan li Kurdistan û Tirkiyeyê û xwest, parlamenterên HDP'ê û rêveberên şaredariyên Kurdan ên hatine girtin, bên berdan.
OKER: EGER EM NAXWAZIN TINE BIBIN, DIVÊ EM XWE BI RÊXISTIN BIKIN Û LI BER XWE BIDIN
Serokê Rûmetê yê Konfederasyona Yekîtiyên Elewiyan li Ewropayê Tûrgût Oker jî got, "Em li ku dijîn bijîn, çi li Ewropa çi jî li Rojhilata Navîn, weke civaka Elewî divê em bi bawerî û rêya xwe serbilind bin û bi wêrekî û lehengî bi berpirsyariya serdemê rabin. Naxwe xeteriya tinebûnê li ser me heye. Xwediyên rastî yên axa Anatoliyê, ku sed sal berê hebûn, niha nînin. Ermenî, Suryanî û Êzidî nînin. Lewma hebûna me ya çend mîlyon Elewiyan nayê wê wateyê ku em ê sibe jî ji ber xwe ve hebin."
Oker destnîşan kir, ku ji bo parastina hebûnê divê Elewî xwe bi rêxistin bikin û li ber xwe bidin.
Alîkarê Serokê Konfederasyona Yekîtiyên Elewiyan li Ewropayê Mehmet Alî Çankaya di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya xwedîderketina li hev a çand û nasnameya Elewiyan û destnîşan kir, ku divê ew li dijî hikûmeta AKP'ê têbikoşin.
Çankaya got, "Ji bilî yekîtiyê, ti çareya me Kurdan, Elewiyan, Êzidiyan û sosyalîstan nîne" û destnîşan kir, ku gel dixwaze ew Tayyîp têk bibin û ev hêz jî bi wan re heye.
'EM Ê TI CARÎ SERÎ NETEWÎNIN, EM Ê HER LI BER XWE BIDIN'
Parlamenterê HDP'ê Mahmût Togrûl işaret bi girîngiya HDP'ê kir û anî ziman, ji ber ku HDP projeyeke gelên ji hemû bawerî û nasnameyan li hev dicivîne, ji aliyê AKP û dewleta Tirk ve xetere tê dîtin.
Togrûl projeya qirkirnê ya hikûmeta AKP'ê û Erdogan a li dijî gelê Kurd bibîr xist û got, "Em li dijî vê yekê bi hêza ji Seyîd Riza digirin, bi hêza ji Mehmet Tûnç û Sêvê Demîr digirin, bi hêza ji Arîn Mîrkanan digirin, em ê li ber xwe bidin. Em ê her li ber xwe bidin. Ti carî serî netewînin. Bila bi vê zanibin."
Di civînê de Parlamenterê CHP'ê Necatî Yilmaz jî axivî.
Piştre Alî Çagan, Aynûr Haşhaş, Rozerîn û Asli Yalçinoglû derketin ser dikê û stranên xwe gotin. Koma govendê ya Akademiya Dansê ya Kolnê jî semah gerand.
Parlamenterê HDP'ê yê Dîlokê Togrûl her wiha tevlî civîneke gel a li Ûppsalayê bû, ku li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd pêk hat.