Ji Edene û Mersînê peyama ‘Licê ne bêxwediye’

Gel ê li Edene û Mersînê operasyon û qetlîamên ku li Licê dewam dikin şermezar kirin, gotin: “Licê ne bêxwedî ye.”

Gel ê li Edene û Mersînê operasyon û qetlîamên ku li Licê dewam dikin şermezar kirin, gotin: “Licê ne bêxwedî ye.”

EDENE

Rêxistina HDP’ê ya Bajarê Edeneyê, bi armanca qetlîam û operasyonên ku li navçeya Licê ya Amedê ji aliyê hêzên dewleta Tirk tên meşandin protesto bikin, li ber Nûnertiya Taxa Barbarosê ya HDP’ê daxuyaniya çapemeniyê da. Di çalakiyê de ku pankartên “Licê tê şewitandin. Windakirinên di bin çavan de, operasyon, êrîşên faşîst nikarin me bêzar bikin” û “Salên 90’î Licê dihat şewitandin. 2016’an dîsa tê şewitandin. Ji Licê re bêdeng nemîne” hatin vekirin, bi sedan kes tevlî bûn. Di daxuyaniyê de ku tim bi tim dirûşmeyên “Her der Licê her der berxwedan”, “Gelê Licê ne bi tenê ye”, “Licê ne bêxwedî ye” û “Bijî Berxwedana Licê” hatin qîrkirin,  Hevseroka Rêxistina HDP’ê ya Bajarê Edeneyê Gulseren Tûral axivî.

Tûral bi bîr xist ku dewleta Tirk, gel, xweza , jiyana li Licê, Hezro, Karaz û Hênê tine dike, wiha dome kir: “Heta em hebin, qet em ê li ber van qetlîaman bêdeng nebin. Em bi rêbazên demokratîk bersivê bidin van êrîşên desthilatdariyê.”

MERSÎN

Rêxistina HDP’ê ya Bajarê Mersînê bi daxuyaniyek çapemeniyê ve ku li Parka Zarokan a Ozgur li dar xist, qetlîamên li Licê şermezar kir. Di çalakiyê de ku pankarta “Ji Sêwazê heta Licê, em ji şewatan re dibêjin raweste” hate vekirin, dirûşmeyên “Qatil dewlet hesab bide”, “Gelê Licê ne bi tenê ye” hatin berzkirin. Di daxuyaniya çapemeniyê de ku Hevşaredara Akdenîzê Yuksel Mûtlû jî tevlî bû, Hevserokê HDP’ê yê Bajêr Sadûn Dogan axivî, êrîşên li Licê şermezar kir, xwest ku ev operasyonên qirkirinê yên di bin navê tîryakê de tên meşandin bên bidawîkirin.

Piştre daxuyaniya çapemeniyê ji aliyê Hevseroka HDP’ê ya Bajêr Sîbel Yîgîttekîn hate xwendin, got piştî qedexeyên kolanan ên ku bi awayekî bêhiqûq li Kurdistanê hatine îlankirin, qetlîam bi operasyonên li ser Licê didomin.

Yîgîttekîn destnîşan kir ku ev tirs û xofa AKP’ê afirandiye tenê bi eniya demokrasiyê dikare bê şkandin, wiha dom kir: “Têkoşîna gelê Kurd a ku ji bo azadiya xwe ti carî ranewestiyaye, serî netewandiye, di her pêvajoyê de bi rêyên nû û afirîner ve rê li ber gelên Tirkiyeyê xistiye, mîsogeriya herî mezin a vê meşa hevpar e.”

Daxuyanî bi dirûşmeyan bi dawî bû.