Ji doza Qetlîama 5’ê Hezîranê ji bo 3 kesan 4 caran cezayê muebetê hate birîn

Heyeta dadgehê ya biryara xwe ya têkildarî Qetlîama 5’ê Hezîranê eşkere kir, ji bo 3 kesan 4 caran cezayê muebeta giran birî.

Rûniştina biryara doza darezandina 5 bersûcên têkildarî êrîşa bomeyî ya DAÎŞ’ê ya li dijî mîtînaga Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a 5’ê Hezîranê ya li Qada Stasyonê ya Amedê hate lidarxistin de, li 2’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Edliyeya Sînan Bati pêk hat.

Heyeta dadgehê ya biryara xwe eşkere kir, biryara tetrîfkirina doza derbarê Îlhamî Bali da, berdana Bûrhan Gok, têkildarî 3 kesan jî bi sûcê 4 kes kuştin û binpêkirina Destûra Bingehîn 4 caran cezayê muebeta giran lê birî, her wiha ji hewldana kuştinê û peydakirina madeyên xeter jî 3 hezar û 336 sal cezayê girtîgehê da.