Ji Doza KCK’ê ya Êlihê 3 tahliye

Ji Doza KCK’ê ya Êlihê 3 tahliye

Ji Doza KCK’ê ya Êlihê wekîlê serokê berê yê BDP’ê Selîm Aratîmur û Veysî Geyîk û Zeynel Abîdîn Çelîk hatin tahliyekirin.

Doza KCK’ê ya ku 17 jê girtî 40 kes dihatin darizandin li 5’emîn cezaya giran a Amedê hat dîtin. Di danîşê de di nava wan de şaredarê Êlihê Serhat Temel, nûçegîhana DÎHA’yê  Gulsen Aslan jî hebû 8 girtî bi giştî 25 kes, wergervanên kurdî û parêzer amade bûn. Parlamentera BDP’ê ya Stenbolê Sehabat Tucnel, parlamentara Êlihê ya BDP’ê Ayla Akat Ata û xizmên girtiyan danişîn temaşekirin.  Di runiştina duyemîn ya danişînê de îkameya delîlan a Veysî Geyîk, Zeynel Abîdîn Çelîk û Nûnerên BDP’a Êlihê Ahmet Îvendî hat kirin. Sûcên hatin kirin wan qebûl nekir û diyar kirin ku ew di zemîna legal de siyaseta xwe dimeşînin.  Çelîk balkişand pêvajoya nû û  diyar kirin ku pêşiya pêvajoyê vekin û piştgiriyê bidin pêvajoyê.

Piştî parastina parêzeran navber dan danişînê û piştî navberê dadgehê biryara xwe aşkera kir.  Dadgehê biryara tahliya wekîlê serokê berê yê BDP’ê Selîm Aratîmur û Veysî Geyîk û Zeynel Abîdîn Çelîk da. Danişîn taliqê 17’ê îlonê kirin.