Ji DÎSK’ê bangavaziya ‘NA’: Ji bo pêşeroja me...
DÎSK’ê ji bi referandûma têkildarî rejîma ‘yek-zilamî’ banga denê ‘NA’ kir.
DÎSK’ê ji bi referandûma têkildarî rejîma ‘yek-zilamî’ banga denê ‘NA’ kir.
DÎSK’ê diyar kir ku peywira wan ewe ku di referandumê de ji guhertinên qanûna bingehîn re bibêjin “Na”.
Konfederasyona Sendîkaya Karkerên Şoreşger (DÎSK), derbarê helwesta xwe ya qanûna bingehîn ku wê biçe referandumê, li Otela Hîll a Taksîmê civînek çapemeniyê li dar xist. Di civînê pankarta “Ji bo welat û pêşeroja karkeran re Na” vekirin û gelek kes amade bûn. Serokê Giştî yê DÎSK’ê Kanî Beko daxuyanî da û derbarê nirxandinên civîna Lijneya Wezîran a bi rojeva referandûma qanûna bingehîn ku 3’yê Sibata 2017’an li Navenda Giştî ya DÎSK’ê de pêkanîn û biryara xwe ya ku dayîn bi raya giştî re parve kir.
‘GUHERTIN WÊ KRÎZÊ BI XWE RE BÎNE’
Beko diyar kir ku di Nîsanê de wê referandûma ku pêşeroja welat diyar bike bê pêkanîn û wiha got: “Ev dengdan ji dengdanên din cudatir e. Destûr nehat dayîn ku gel guhertinên qanûna bingehîn nîqaş bikin. Di şertên wiha de pêkanîna referandûma guhertinên qanûna bingehîn wê rewatiya xwe tune be. Qanûna bingehîn peymana civakî ye û qanûnên ku ji aliyê hemû aliyên gel ve tê qebûlkirin dikare aramî, biratî û rihetiyê bîne welat. Bi qanûna ku nîviya gel dibêje Erê û nîvî dibêjen Na, ku naveroka wê nayê zanîn Tirkiyeyek bi hêz nayê avakirin; berovajî vê wê bêîstîkrarsiya siyasî û krîzê bi xwe re bîne.”
'PEYWIRA ME EW E KU EM BÊJIN NA’
Beko da zanîn ku wekî DÎSK’ê ew li dijî guhertina qanûna bingehîn in û wiha pê de çû: “Ger hemû raye di destê serokomar de kom bibe wê cudahiyên nav welat tune bibin. Bingeha van guhertina ji holê rakirina pergala parlamenteriyê ye. Ev guhertin wê hemû azadiya ji holê rake. Tercîha DÎSK’ê her tim pergala azadî, wekhevî û demokrasiyê ye. Ji ber vê peywira me em ê ji rêveberiya otoriter, zextkar û kefrî re bibêjin Na. Em di vê roja dîrokî bi vekirî bang li hemû karkeran dikin. Em bang li hemû sendîkayên dikin ku demokrasî û azadiya Tirkiyeyê dixwazin, li dijî van guhertinên ku gef li azadiya civakê dixwe, mafên kedkaran û xeyalên wan ji holê radike bi hev re helwesta xwe diyar bikin. Em ji Tirkiyeyê re ku dibe dojeha karkeran bi hev re bibêjin Na. Hûn deng bidin kîjan partiye bidin, ji kîjan serokî hez dikin bikin, ger mesele pêşroja welat û karkeran be vê carê em bi hevre bêjin Na.”
Piştî Beko, Koordînatorê AR ê DÎSK’ê Doç. Dr. Hakan Koçak, rapora “Di rejîmên serokatî û parlamenteriyê de mafê karker û pêşdeçûnê mirovî” ya bi sernavê “Serokatî ji karkeran re zirar e” xwend.