Ji Desteya Bilind banga alîkariyê ji bo Rojava

Ji Desteya Bilind banga alîkariyê ji bo Rojava

Desteya Bilind a Kurd bang li gelê Kurd yê li derveyî welat kir da ku pişgirtiyê 700 hezar kurdên niha li Efrîn ji aliyê komên çekdar va hatine dorpêçkirin û kurdên Kobanê bikin. Di daxuyaniyê de Desteya Bilind daxwaz ji kurdistaniyên 4 perçeyên Kurdistanê dike ku bi yek dengî alîkariyên aborî û menewî bi kurdên li Efrînê ku niha li dijî komên çete berxwedanê dikin bikin.

Destya Bilind ya Kurd da diyarkirin ku, “Sûriye û Rojavayê Kurdistanê bi taybet di rewşeke hesas re derbas dibe. Şer û pevçûnên dijwar li seranserî welat belav bû ye. Di van rewşên dijwar de herêmên rojavayê Kurdistaên li Efrîn rastî şerekî hovane tê, her wiha ji aliyê rejîma Baas ve amargo li ser van herêma hatiye ferzkirin. Tevî van jî komên îslamî yên radîkal bi çekên xwe li ser navê Artêşa Azad tevdigerin û ser navê şoreşê û şerê rejîma Baas êrîşî herêmên ku tu hebûna Baas û alîgirên wî tune ye dikin.”

Di berdewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku, ev bû zêdetir ji 15 roja ne herêma Efrîn ji aliyê komên çete ve hatiye dorpêçkirin û wiha pê de çû: “Li Herêmê zêdetir ji 700 hezar kes jiyan dikin, di nav de zêdeyî 200 û 50 hezar penaberên ji ber pevçûnên Helebê û bajarên din malên xwe terk kirine hene.” Desteya Bilind da diyarkirin k, komên çete ji bo ku polîtîkayên xwe yên îslamî li ser gelê Kurd ferzbikin herêm dorpêçkirine û wiha dom kir: “Ji bo ku gelê Kurd siyaset û polîtîkayên wan qebûl bikin herêm dorpêç kirine. Ji bo ku gelê Kurd polîtîkayên wan qebûl bikin, gelê Kurd birçî dikin. Ambargo li ser herêmê ferz kirin, da ku Kurd koçber bibinin û herêmên xwe valabikin. Ji vê yekê jî  dixwazin pirsgirêka Kurd vegerînin cihê ku jê destpê kir û çareseriyan li gorî polîtîka û berjewendiyên xwe çareseriyekê danin. Ev hêzên van kara dikin kopiyek nû ya kevne ji hêzên Selefî û Baasî ya dijî gelê kurde.”

Di daxuyaniya Desteya Bilind de hate gotin ku, di dema hêzên navnetewî di riya civîna Cenewreya 2᾿emîn li çareseriyekê ji pirsgirêka li Sûriyeyê re digerin û hêzên muxalefetê, welatên bi pirsgirêka Sûriyeyê re têkildarin di civînê de amade dibin û hate gotin: “Wisan dixuyê ku pirsgirêka Kurd gihişte asteke pêşketî ku di nava poltîkayên navnetewî de cih bigire, ev ji qebûlkirina fermîbûna Desteya Bilind a Kurd ji aliyê Emerîka û Rûsyayê wek nûnerên fermî yên gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê hatin qebûl kirin. Ev yek bû cihê ne razîbûna hêzên şofînist û nijat perest ên îslamî , ji ber vê yekê êrîşî gundên Kurdan yên li Efrîn dikin û herêm dorpêç kirine.”

“Em di wê baweriyê de ne ku bi  qebûlkirina me wek nûnerên fermî ji aliyên hêzên navnetewî  nîşana wê yekê ye ku me dest bi kar kiriye, lê dîsan jî pêwîstiya me bi hêz û wek heviyê heye.

Desteya Bilind ya Kurd di dawiya daxuyaniyê de bang li Kurdistaniyên li her çar perçeyên Kurdistanê kir ku, piştgirtiya kurdên Efrînê ku niha ji aliyên komên çekdar ve hatine dorpêçkirin bikin û alîkariyên lezgîn ên aborî û menewî ji bo Efrîn û Kobanê diyar bikin û wiha hate gotin: “Buhaya pakêtek cigare yan fincanek qehwe li cihên hûn lê dimînin, têra şîrê 10 zarokên birayên we yê li Efrîn û Kobanê dikin, em di wê baweriyê dene ku hûn Kurdistaniyên ji Efrîn, Kobanê, Qamişlo, Hewlêr, Amed û Siindic amadene ku rihên xwe ji bo Kurdistanê û gelê wê re feda bikin.”