Ji dadgerên Spanî biryara jet: Referandûma Katalonyayê hate rawestandin

Ji dadgerên Spanî biryara jet: Referandûma Katalonyayê hate rawestandin

Herêma Katalonyayê biryar da ku di 9’ê Mijdarê de ji bo serxwebûna xwe referandûmê lidar bixe, lê dadgerên Spanî demildest bersiv dan vê. Dadgeha Destûra Bingehîn a Spanyayê, daxwaza hikûmeta navendî ya ji bo betalkirina referandûmê nîqaş kirin û referandûm hate sekinandin.

Li herêma Katalonyayê ku her diçe alîgirên serbixwebûnê lê zêde dibe, di 9’ê mijarê de dihat payîn ku referandum pêk bê, lê dadgeriya Spanyayê biryara sekinandina referandûmê da. Dadgerên Dadgeha Destûra Bingehîn li ser daxwaza hikûmeta navendî ya Spanyayê heta dema aşkerabûna biryara li ser giliyê hatiye kirin, biryara taloqkirina dengdayînê dan. 

Li gorî biryara ku bi yek dengî hatiye girtin, referanduma serbixwebûnê ya 9’ê mijdarê 5 mehan hate rawestandin. Di nava 5 mehan de referandum neyê betalkirin an jî biryarek dernekeve dê ev dem hinek din bê dirêjkirin.

Serokê herêma Xweser a Katalonyayê Artur Mas û hikûmetê herêmê di rojên borî de biryara referandumê girtibûn. Pitşî biryarê hikûmeta Îspanyayê   diyar kir ku biryara referandumê ancax hikûmeta navendî dikare bide û got ev lidijî makeqanûnê ye. hikûmetê duh civînek pêk anî û mijar bir Dadgeha Destura Bingehîn.

LEZA DADGERAN SEROKÊ HERÊMÊ MATMAYÎ HIŞT

Serokê herêma xweser ya Katalonyayê Artur Mas jî biryara Dadgeha Destura Bingehîn rexne kir. Dadgeha Destura Bingehîn diyar kir ku serlêdana hatiye kirin ‘bi dijminî’ hatiye kirin û got ew  li dijî vê hewldana wan matmayî mane.

Artur Mast û hikûmeta herêmî daxswaza dikin ku ligel biryara Dadgeha Destura Bingehîn referandumê di 9’ê mijarêde bikin.

Katalonyaya ku xwedî çand û zimanên cudaye, xwedî aboriyeke başe. Sanayî gelek pêş ketiye û nifûsa wê 7 mîlyon zêdetire.