Ji Çanakkale ji bo Kobanê alavên alîkariyê
Ji Çanakkale ji bo Kobanê alavên alîkariyê
Ji Çanakkale ji bo Kobanê alavên alîkariyê
Li ser banga Rêxistinên Bajarê Çanakkale yên HDP û DBP’ê bi armanca piştgiriya bi gelê Kobanê re kamyonek alavên alîkariyê yên hatin komkirin şandin Pirsûsê.
Li ser banga Rêxistinên Bajarê Çanakkale yên HDP û DBP’ê bi armanca piştgiriya bi gelê Kobanê re kamyonek alavên alîkariyê yên hatin komkirin ber bi navçeya Pirsûs a Rihayê ve hatin şandin. Alavên alîkariyê yên ji gelek pêwîstiyên weke kinc, paçên zarokan, xûrek, sobe û betaniyan pêk dihatin piştî kirin pakêt li wesayitê hatin barkirin. Piştî alavên pêwîstiyan li kamyonê hatin barkirin, kamyon bi dirûşmaya, “Bijî Berxwedana Kobanê” ber bi Pirsûsê ve hat şandin.