Ji çalakiyên Pêncşema Reş piştgiriya Parka Gezî
Ji çalakiyên Pêncşema Reş piştgiriya Parka Gezî
Ji çalakiyên Pêncşema Reş piştgiriya Parka Gezî
Di çalakiyên Pêncşema Reş ên ji bo ku siyasetmedarên Kurd serbest bên berdan her hefte tên lidarxistin de, piştgirî dan berxwedana Parka Gezî ya bi rojane li tevahiya welat berdewam dike û tundiya polîsan hate şermezarkirin.
Li Riha, Amed, Wan û Mêrdînê çalakiyên Pêncşema Reş ên bi armanca serbestberdana siyasetmedarên Kurd û şaredaran her hefte pêk tên, hatin lidarxistin. Di çalakiyan de wêneyên şaredarên girtî û pankart hatin hilgirtin. Li navçeya Pirsusê ya Rihayê li ber avahiya şaredariyê bi tevlîbûna Wekîla Şaredar Hulya Demîr û gelek kesên din çalakî hate lidarxistin.
Li navçeya Wêranşarê jî bi heman armancê li ber avahiya Şaredariyê çalakî pêk hat û daxuyanî hate dayîn. Li naçeya Dêrîkê ya Mêrdînê ji bi heman armancê bi tevlîbûna Wekîlê Şaredar û gelek kesên din çalakî pêk hat. Li navçeya Peyasê ya Amedê jî li ber avahiya şaredariyê bi tevlîbûna gelek kesan çalakî pêk hat. Li bajaroka Eganis a navçeya Erdîşê ya Wanê ji bi heman armancê çalakî pêk hat.
Di çalakiyan de daxuyanî hatin dayîn. Di çalakiyan de hate xwestin ku siyasetmedarên Kurd ên di dozên "KCK'ê" de serbest bên berdan. Di daxuyaniyan de hate diyarkirin ku, zêdehî 4 salan dozên "KCK'ê" berdewam dikin û lê tû sûcdariyên siyasetmedarên Kurd di girtîgehan de bên girtin tunene. Di daxuyaniyan de hate xwestin ku hemû siyasetmedarên Kurd serbest bên berdan. Di çalakiyan de berxwedana Parka Gezî ya li Taksîmê destpê kir û li gelek bajaran belav û hêj berdewam dike hate silav kirin û piştgirî hate dayîn.
Piştî daxuyaniyan çalakiyên rûniştinê pêk hatin.