Ji Brezîlya û Arjantînê piştgiriya ji bo Kurdan

Ji partiyên çep ên Brezîlyayê PSOL û ji sendîkayên sereke yên li Arjantînê CTA daxuyanî weşandin û diyar kirin ku ew piştevaniya HDP'ê û gelê Kurd dikin.

Partiya Azadî û Sosyalîzmê (PSOL) ku yek ji partiyên çep ên sereke yên Brezîlyayê ye daxuyaniyek weşand û destnîşan kir ku wê li dijî êrîşên li hemberî vîna xwe raweste.

Di daxuyaniyê de desteserkirina şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê hate bibîrxistin û hate gotin, "PSOL bi tundî li dijî êrîşên dawî yên li hemberî mafê diyarkirina çarenûsa xwe yê gelê Kurd, radiweste." PSOL'ê destnîşan kir, desteserkirina şaredariyan nîşaneyeke nû ya bêhurmetiya li mafên mirovan û demokrasiyê ye.

PSOL'ê diyar kir ku partiya rastgir AKP'ê bi desteserkirina şaredariyên her sê baran, erka bikaranîna deng a gel têk biriye û ragihand, "Vê êrîşa ku li demokrasiya Tirkiyeyê hate kirin bû sedem ku parlamenterên HDP'ê gera xwe ya li Latîn Amerîkayê nîvco bihêlin û karên xwe yên li Brezîlyayê betal bikin. Parlamenter Ebrû Gunay û ji parlamenterên herêmê Garo Paylan ji bo li dijî vê kiryara kêfî rawestin û mafê rêveberên xwe yên şaredariyan biparêzin neçar man ku bi lez û bez vegerin Tirkiyeyê."

BANGA LI ENTERNASYONALÎSTAN

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku parastina demokrasiyê li Tirkiyeyê wezîfeykee ji bo hemû enternasyonalîstan û hate gotin, ew bi gelê Kurd û HDP'ê re ne.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Ji bo enternasyonalîstên li dinyayê wezîfeya girîng a piştevaniyê ye ku dawî li rejîma heyî ya siyasî ya Tirk bê anîn, demokrasiya li Tirkiyeyê bê parastin. Bi navê PSOL'ê em radigihînin ku piştevaniyê bi endamên HDP'ê re dikin û di têkoşîna ji bo mafê diyarkirina çaren3usa xwe de bi gelê Kurd re ne."

CTA: EM BI HEVRÊYÊN XWE YÊN HDP'Î RE NE

Navenda Sendîkayên Karkerên Arjantînê (CTA) ku temsîla 1,5 milyon karkeran dike, daxuyaniyek weşand û diyar kir ku ew bi gelê Kurd û HDP'ê re ye û xwest, li dijî desteserkirin û zextê helwest bê nîşandan.

Sekreterê Giştî yê CTA'yê Ricardo Peidro daxuyanî weşand û got, "Em polîtîkayên faşîst û zordar ên partiya AKP'ê û Serokkomar Erdogan red dikin."

Di daxuyaniyê de desteserkirina sê şaredariyên bajarên mezin ên HDP'î hate bibîrxistin û hate gotin, "Em ê gelê xwe di vê mijarê de agahdar bikin. Her wiha em radigihînin ku di têkoşîna wan a ji bo azadî, demokrasî û mafên mirovan de em bi HDP'ê, gelên Kurd û Ermen re ne. Her wiha em rêxistinên girseyî yên demokratîk, sendîka û partiyên siyasî yên li welatê xwe teşwîq dikin ku van êrîşan şermezar bikin."

CTA'yê diyar kir, "Mîna hemû gelên ji bo mafên xwe têdikoşin, em dixwazin gelê Kurd û HDP'î zanibin ku di têkoşîna wan de em bi wan re ne."