'Ji bo yekîtiya neteweyî divê her Kurd zextê li partiya nêzî xwe bike'

Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Osman Baydemîr got, divê li çar parçeyan di navbera rêxistin û partiyên Kurd tifaqa neteweyî pêk were. Baydemîr bang li Kurdan kir, ku bi vê armancê zextê li partiyên siyasî yên nêzî xwe bikin.

Piştî banga KCK'ê ya ji bo kongreya neteweyî, tifaqa neteweyî ya nava Kurdan careke din ket rojeva gelek hêz û derdoran. Di van nîqaşan de tê xwestin, Kurd bi lezgînî li hev bicivin.

Parlamenterê HDP'ê yê Partya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Rihayê Osman Baydemîr jî diyar kir, eger Kurd li hev necivin, xeterî heye ku tine bibin û bang li partiyên Kurdan kir, ku fikarên xwe yên îdeolojîk deynin aliyekî û li hev bicivin.

'EGER EM NEYÊN GEL HEV, EM Ê GELEKÎ MEZIN WINDA BIKIN'

Parlamenterê HDP'ê Baydemîr da zanîn, ji ber ku Kurd ne yek in, dijminên wan xurt in û wiha dewam kir: "Sedemeke din a tevlîhevî û dijwariya pirsgirêka Kurd li Tehran, Enqere, Bexda û Şamê ew e, rêxisinên siyasî yên Kurd dûrî hev in. Nebûna perspektîfeke hevpar e. Di rewşeke bi vî rengî de, eger ev tifaq di navbera Kurdan de pêk neyê, dibe ku Kurd gelekî mezin winda bikin. Li dijî van êrîşan, mifteya serketinê kombûna siyasetmedar û hêzên navxweyî yên Kurd li hev e. Ev ji bo Rjava jî, ji bo dînamîkên navxweyî jî bi heman rengî ye. Hemû tevgerên siyasî yên li Rojava, ji bo siberoja Rojava û gelemperiya Kurdistanê, divê li cihekî hevbeş bigihêjin hev.

Ez nabêjim filan kes sûcdar e ya na. Lê belê, heta ku li cihên hevbeş negihêjin hev, wê dûrî azadiyê bin."

Baydemîr bibîr xist,  heman tişt ji bo Başûrê Kurdistanê jî derbasdar e û got, "Ez cihêkariyê naxim navbera partiya A, B, C a li Başûrê Kurdistanê. Divê di mijarên hevpar de li hev bicivin. Lazim e tevgerên siyasî yên li Bakurê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê cihêrengiya xwe ya îdeolojîk deynin aliyekî. Mijar êdî ji şerê îdeolojîk wêdetir e. Gelê Kurd di rewşeke man û nemanê de ye. Nîqaşa li ser aboriya serbest an jî aboriya komîn, rewşa heyî de nerast e. Şerê li ser 'ev sembol an ew sembol' xiyaneta li şehîdan e. Neheqî û heqaret e. Hewl tê dayîn neteweyek bê tienkirin. Eger li Bakur bi ser bikevin wê berê xwe bidin Rojava. Eger li wir bi ser bikevin wê Hewlêr jî ji dest biçe. Ji bo ev hemû nebin, di mijara tifaqa neteweyî de lazim e hemû partî û rêxistinên Kurd di mijarên hevpar de li hev bicivin."

'GIRÎNG E MEDYA BI ERKA XWE RABE'

Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Osman Baydemîr destnîşan kir, ku divê her Kurdek ji bo pêkhatina tifaqa neteweyî zextê li partiya siyasî ya nêzî xwe bike û wiha dewam kir: "Ez weke Kurdekî ji Bakurê Kurdistanê, bang li partiyên siyasî yên nêzî xwe dibînim dikim. Ez endamê HDP'ê me, lewma banga min li HDP'ê ye. Divê bibe aliyekî tifaqa neteweyî. Kîjan Kurd endamê kîjan partiya siyasî ye, yan jî kîjan partiyê nêzî xwe dibîne, ji bo partiya wê/î bibe parçeyek ji tifaqa neteweyî, zextê bike. Weke gelê Kurd, mirovên rewşenbîr divê em zextê li partiya xwe bikin ku bibe parçeyek ji tifaqa neteweyî. Bi rexnekirina partiya li hemberî xwe, heta niha me tiştek bi dest nexist, em ê ji niha û pê ve jî bi dest nexin.

Kevneşopiya siyasî ya ku HDP xwe jê xwedî dike, di heman demê de kevneşopiya rexnedayînê ye. Kevneşopiyeke ku hêzê jê digire. Em bi rengekî objektîf vê yekê ji xwe bipirsin; Gelo di pêknehatina tifaqa neteweyî de heta niha qet rola me nebû? Qet kêmasiya me nebû?"

Baydemîr anî ziman, divê medya Kurd bi erkeke girîng rabe û got, "Medya li Bakur, Başûr û Rojavayê Kurdistanê eger vê mijarê bike rojeva xwe, wê gavên mezin werin avêtin. Eger em ji medyayê dest pê bikin û zimanê dijberkirinê ji nava xwe rakin, li şûna wê zimanê tifaqê bi kar bînin, em ê gelekî bi pêş ve biçin. Ez bi hêvî me ku tifaqa neteweyî pêk were, ji be rku ya me rizgar bike, ya faşîzmê bisekinîne tifaqa neteweyî ye."