Ji bo Serokê Giştî yê KADEP'ê û Parlementerê Amedê yê serbixwe Şerefettîn Elçî yê ku li Enqereyê jiyana xwe ji dest da li Meclisê merasim hate lidarxistin.
Ji bo Serokê Giştî yê KADEP'ê û Parlementerê Amedê yê serbixwe Şerefettîn Elçî yê ku li Enqereyê ji nexweşiya penceşêrê dihat dermankirin şevê din li Nexweşxaneya Medîcana jiyana xwe ji dest da, li Meclisê merasîma bîranînê hate lidarxistin.
Ligel malbata Elçî, Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş, Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk, parlementerên BDP'ê Hasîp Kaplan û Sirri Sakik, Parlementera Amedê ya serbixwe Leyla Zana, Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan, Alîkarê Serokwezîr Beşîr Atalay, Wezîrê Dadê Sadullah Ergîn, Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu, Serokê Meclîsê Cemîl Çîçek, Wezîrê Navxweyî Îdrîs Naîm Şahîn, Wezîrê Tenduristiyê Recep Akdag, Wezîrê Çandê Mehdî Eker û gelek parlementder tevlî merasîmê bûn. Di merasîmê de tu wekîlên MHP'ê cîh negirtin.
JI GUL PEYAMA SERSAXIYÊ
Piştî merasîmê kesên tevlî merasîmê bûn sersaxî li malbatê dan. Serokomarê Tirk Abdullah Gul jî ji bo Elçî peyama sersaxiyê weşand.
Cenazeyê Elçî dê sibê bi balefirê bibin Mêrdînê. Ji Mêrdînê jî dê bibin navçeya Cizîrê ya Şirnexê û li wir bê definkirin.