Ji bo şervanê YPG'ê Kef mewlûd hat dayîn
Ji bo şervanê YPG'ê Kef mewlûd hat dayîn
Ji bo şervanê YPG'ê Kef mewlûd hat dayîn
Ji bo şervanê YPG’î Emrah Kev (Zafer Havîn) li Kobanê di pevçûna bi DAIŞ’ê re jiyana xwe ji des da li Qelqeliya Wanê mewlûd hat dayîn.
Serokê DBP’ê ya Wanê Musa Îtah di mewlûdê de axivî û diyar kir ku gelê Kurd li Kobanê destana dîrokî nivîsiye û banga bilindkirina têkoşînê li gel kir.
Serokê DBP’ê ya Wanê Musa Îtah, Hevşaredarên Qelqelî û Sarayê û rêveberên HDP’ê tevlî mewlûdê bûn. Di mewlûdê de dua hatin kirin û ji bo şehîdên aştî û demokrastiyê deqeyek rêz hat girtin. Piştre Serokê MEYA-DER a Wanê Salîh Kaplan axivî û got: “Hevalê Emral li gel ku gelek ciwan bû xetereya li Kobanê dît. Ger Kobanê biketa wê gelê Kurd di qirkirineke mezin re derbas bûya. Hevalê Emrah û hevalên xwe ji bo vê xwe fedakirin.
Musa Îtah jî axivî û got: “Gelê Kurd îro dîrok û efsaneya xwe dinivîsin. Kesên ku gotin gelê Kurd nikare li ber xwe bide û tiştek ji wan çênabe dîtin ku felsefeya jiyanê ya Oalan ketiye jiyanê. Îro hemû cîhan qehremaniya gelê Kurd diaxive. Em her roj şehîdan didin. Dilê me dişewite. Pêşerojek azad didin ber. Serê me bi wan bilind e. Ji ber vê em ê layiqî şehîdên xwe bin. Em çiqas bi şehîdên xwe serbilind bin kêm dimîne. Ger Kobanê biketa wê gelê Kurd di komkujiyek mezin re derbas bibûya. Heta niha me li Mexmûr, Şengal û Kobanê 1500 şehîd dan. Ez soza xwe ya bilindkirina têkoşîna wan dubare dikim.”
Piştî mewlûdê xwarin hat dayîn û mewlûd bi dawî bû.