Ji bo şervana YPJ’ê Ozbey li Marsîlyayê taziye

Ji bo şervana YPJ’ê Ozbey li Marsîlyayê taziye

Ji bo şervana YPJ’ê  Habibe Ozbey li Marsîlya taziye hat danîn.

Ji bo şervana YPJ’ê Habîbe Ozbey (Viyan Ozbey) a di 59. roja berxwedana Kobanê, şerekî li hember çeteyên DAIŞ de jiyana xwe ji dest da, li bajarê Marsîlya yê Fransa taziye hat danîn.

Di taziyeya ku li navenda Civaka Kurd a Demokratîk Marsîlyayê de hat danîn, gelek kes amade bûn.

Di axaftinên hatin kirin de axaftvanan bal işandin ser jiyan û têkoşîna Ozbey û soza dilsoziya bi kesên di Têkoşîna Azadiya Kurd de jiyana xwe ji dest dane hat dayîn.

Di taziyeyê de ji bo Ozbey koşeyek hat amadekirin, find hatin pêxistin û xwarina taziyeyê hat belavkirin.