Ji bo Şemsettîn Kara sibê li Esenyurt’ê merasîm tê li darxistin

Ji bo Şemsettîn Kara sibê li Esenyurt’ê merasîm tê li darxistin

Ji bo Şemsettîn Kara (Xalê Elî) sibê li navçeya Stenbolê Esenyurt’ê merasîm tê çêkirin.

Şemsettîn Kara ku di 13’ê Kanûnê de li nexweşxaneya bajarê Elmanya Troisdorfê ku dihate dermankirin jiyana xwe ji dest da, îro cenazeyê wî hat şandina Tirkiyê. Cenaze ku tê payîn îşev bigehe Stenbolê, ji bo cenaze sibê li navçeya Stenbolê Esenyurtê di saet 14:00’an de merasîmek bê li darxistin.

Piştî merasîma ku li Stenbolê cenazeyê Kara ji bo ku gundê Kelperkor yê girêdayî navçeya Gole a Ardahanê bê definkirin wê roja Çarşemê bê şandin.

Denazeyê Kara roja Çarşemê li gundê Kelperkor yê girêdayî navçeya Gole bi merasîmekî girseyî bê defin kirin.