Ji bo Sekreterê Giştî yê NY Antonîo Gûterres hate hilbijartin

Piştî dawîbûna demê Sekreteriya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) û şûnde li şûna Ban Kî- moon serokwezîrê berê yên Protekîzê û Komîserê Bilind ê Koçberan Antonîo Gûterres hate hilbijartin.

Piştî dengdana li Desteya Giştî ya NY’yê, Antonîo Gûterres ji bo 5 salan bû Sekreterê Giştî yê NY’yê. Gûterres, hefteya borî di dengdayîna li Konseya Ewlekariya NY’yê de bi piraniya dengan hatibû hilbijartin.

Wê 1’yê Çileya 2017’an Ban Kî-moon erka xwe dewrî endamê Pariya Sosyalîst a Portekîz (PS) Gûterres ê ku di navbera salên 1995-2002’an serokwezîrtî kiribû bike. Her wiha Gûterres di sala 1999-2005’an de jî serokatiya Enternasyonalîstên Sosyalîst kiribû, Hezîrana 2005’an heta Kanûna 1015’an jî erka Komîseriya Bilind a Koçberan a NY kiriye.