Ji bo rojnamevanan çavkaniya rûmetê, ji bo hikûmetê ya şermê'
Ji bo rojnamevanan çavkaniya rûmetê, ji bo hikûmetê ya şermê'
Ji bo rojnamevanan çavkaniya rûmetê, ji bo hikûmetê ya şermê'
Serokê Giştî yê Sendikaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS) Ercan Îpekçî, têkildarî 20 jê girtî 46 rojnamegerên kurd ên ji doza "Komîteya Çapemeniyê ya KCK'ê" tên darizandin daxuyanî da û got: "Rojnamegerên girtî ji bo me çavkaniya rûmetê ye. Lê ji bo hikûmetê çavkaniya şermê ye."
7. rûniştina doza 20 jê girtî 46 rojnamegerên kurd ên ji doza "Komîteya Çapemeniyê ya KCK'ê" tên darizandin, dê di 28'e Cotmehê de li 15. Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê dîtin. Berî rûniştina dozê Serokê Giştî yê Sendikaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS) Ercan Îpekçî, têkildarî doza rojnamegeran daxuyanî da. TGS'ê li Lokala Cemîyeta Rojnamegerên Tirkiyeyê daxuyanî da. Di civînê de Serokê Giştî yê TGS'ê Ercan Îpekçi, Rêveberê Şaxa TGS'ê yê Tirkiyeyê Arzu Demir û Nûçegîhanê DÎHA'ê yê Stenbolê Çagdaş Kaplan amade bûn. Di civînê de Rêvebera TGS'ê ya Stenbolê Arzu Demir, anî ziman ku niha 20 rojnamegerên kurd girtî ne û wiha got: "Rojnamegerên kurd li dijî hiqûqê girtî ne. Mixabin ji ber ku girtina rojnamegeran nayê rojevê em xemgîn in. Em wekî TGS'ê dê heta dawî li pişt doza hevalên xwe bin û em dê wan tenê nehêlin."
Serokê Giştî yê TGS'ê Ercan Îpekçi jî girtina rojnamegeran rexne kir û wiha got: "Sendîkaya Rojnamegeran a İtalya (FNSI) ji ber xebata ji bo rojnamegeran xelat da me. Me xelas li ser navê hemû rojnamegerên girtî girt. Rojnameerên girtî ji bo me çavkaniya rûmetê ye. Lê ji bo hikûmetê çavkaniya şermê ye. Niha 20 jê girtî 46 rojnameger tên darizandin Ev hevalên me ji "Endamtiya Rêxistinê" tên darizandin. Lê ev nayê qebûlkirin. Em wekî TGS'ê di roja 31'ê Cotmehê de doza KCK'ê bişopînin. Em bang li hemû sazî û dezgehan dikin û dixwazin li hemberî vê dozê hesas tev bigerin."
Nûçegîhanê DÎHA'yê Çagdaş Kaplan jî anî ziman ku armanca van operasyonan a li hemberî çapemeniya kurd tarîkirina rastiyan e û wiha got: "Ev doz dê li Tirkiyeyê her dem wekî doza "Şermê" bê zanîn. Ger ku delîlên destê wan de ev in, armanc ewe ku rastiyê tari bikin. Niha darizandinê bi lez dikin û dixwazin demek berî demekê ceza birin rojnamegeran. Niha darizandinek qaşo tê meşandin. Em bêyî daraz tên înfazkirin. Em dixwazin demek berî demekê dawî li vê înkenceyê bê û hemû rojnamegerên girtî serbest bên berdan."
Piştre Serokê Giştî yê TGS'ê Ercan Îpekçi, nameya rojnamegerê Girtî Mazlum Ozdemir û Turabî Kişin xwendin.