Ji bo Rojava Piştevaniya Parêzeran ava bû

Ji bo Rojava Piştevaniya Parêzeran ava bû

Hiqûqnasên Tirkiyeyî yên gotin "Em xwedî li şoreş û destketiyên Rojava derdikevin" li Stenbolê "Ji bo Şoreşa Rojava Piştevaniya Parêzeran" ava kirin. Însiyatîf wê di 5'ê Çileyê de biçe Kantona Cizîrê ya Rojava.

Buroya Hiqûqê ya Bindestan, Buroya Hiqûqê ya Sedsalê û Buroya Hiqûqê ya Vebûnê, ji bo heyetek ji hiqûqnasan biçe Rojava, lêkolînan bike û ji bo piştevaniya parêzeran a ji bo Şoreşa Rojava bê avakirin, dest bi xebatê kir. 

Ji parêzeran Ozlem Gumuştaş, Îbrahîm Bîlmez û Kemal Toraman der barê vê xebata xwe de li avahiya ÎHD Şaxê Stenbolê daxuyaniyek dan çapemeniyê. Li ser navê her sê buroyên parêzeran Ozlem Gumuştaş daxuyanî da û ji bo Şoerşa Rojava got, "Di nava mercên şerê navxweyî yê li Sûriyeyê û planên destwerdana emperyalîstan, parastina gelan e." Gumuştaş ragihand ku bi hezaran penaberên ji ber hovîtiya DAIŞ'ê xwe li Tirkiyeyê girtine, bi piştevaniya gelan li ser piyan dimînin.

Gumuştaş diyar kir ku di nava şer de li Rojava, ji bo pêşeroja hemû gelan sîstemeke li ser bingeha rêvebeiya cewherî û demokratîkbûyînê tê avakirin û got, "Ne tenê ji bo Kurdan, peymaneke civakî û hiqûqî ya Ereb, Suryanî, gel û baweriyên din tê de bi awayekî wekhev cih digirin, tê avakirin."

HEYET WÊ BIÇE ROJAVA

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Bindestan Ozlem Gumuştaş da xuyakirin, ku weke hiqûqnasên Tirkiyeyî wan Piştevaniya Parêzeran a ji bo Şoreşa Rojava ava kirine û di 5-15'ê Çileyê de bi heyetek ji saziyên hiqûqê yên navneteweyî û hiqûqnasan wê biçe Rojava.

Gumuştaş da zanîn ku ji bo lêkolînkirina mekanîzmayên edaletê û rêxistinbûyîna civakî ya hewl tê dayîn bê avakirin, ew ê bi Wezareta Edaletê, Meclîsa Zagonsaz, Komîsyonên Lihevkirinê, Akademiya Hiqûqê û gelek saziyên din re hevdîtinê bikin û got, "Em weke hiqûqnasên Tirkiyeyî xwedî li destketî û şoreşa Rojava derdikevin, ji aliyê têkoşîna azadî û mafên mirovan a li erdnîgariya xwe, girîng û rêyeke pratîkî dibînin. Lewma em ezmûnên ji vê serdanê girîng dibînin û em ê encamên wê bi raya giştî ya demokratîk re parve bikin."

Parêzer Ozlem Gumuştaş bang li doktoran, kedkarên tenduristiyê, kedkarên perwerdeyê, mîmaran, endezyaran, hawirdorparêzan, plansazên bajaran, civaknasan û rewşenbîrên bi rûmet kir, ku tevnên piştevaniya Rojava ava bikin.

Piştî Gumuştaş parêzer Kemal Torûn mafê axaftinê wergirt û anî ziman ku ji bo di nava heyeta naneteweyî de beşdarî ji Holanda, Îtalya, Elmanya, Swîsre, Brezîlya û Fîlîpînan çêbibe, ew hewldanên xwe dewam dikin.

Parêzer Îbrahîm Bîlmez jî diyar kir ku bername hînê zelal nebûye û got, "Eger em karibin jê derbas bibin em ê ji Tirkiyeyê, nebe ji Başûrê Kurdistanê derbas bibin. Em plan dikin ku berî her tiştî bi saziyên hiqûqî re hevdîtinan bikin."