Ji bo Rojava li pêş Parlamenta Swêdê kon tê vedan
Ji bo Rojava li pêş Parlamenta Swêdê kon tê vedan
Ji bo Rojava li pêş Parlamenta Swêdê kon tê vedan
"Tevna Rêxistinan a ji bo alîkariya bi Rojava re" ku ji komele û partiyên Kurd ên li Swêdê pêk tê biryar da, ku ji bo rakirina dorpêçî û ambargoya li hemberî Rojavayê Kurdistanê li pêş Parlamenta Swêdê kon vede.
Çalakî dê 29'ê Cotmehê roja Sêşemê saet di 10:00 de destpê bike û bi belavok, broşur û nîşandana fîlman re rewşa li Rojavayê Kurdistanê bê ragihandin. Di çalakiyê de komên govendê û hunermendên Kurd jî dê amade bin û heta 31'ê Cotmehê roja Pêncşemê saet 18:00 dewam bike.
"Tevna Rêxistinan a ji bo alîkariya bi Rojava re" bi daxuyaniyekê bang li hemû aliyên şer ên li Sûriyê kir, ku ji mafên mirovan re rêzê bigirin û li gorî qanûnên şer ên Neteweyên Yekbûyî destnîşan kirine, tevbigerin.
Di daxuyaniyê de ji hemû komên li Sûriyê hat xwestin ku hurmetê nîşanî têkoşîna demokrasî û azadiyê ya gelê Kurd bidin û ji partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên demokratîk ên li Swêdê jî hat xwestin ku êrîşên li hemberî Kurdan şermerzar bikin û ji bo rakirina ambargoyê bikevin nava tevgerê.