Ji bo Roboskiyê protestoya bêdeng

Ji bo Roboskiyê protestoya bêdeng

Endamên Hewildana Aştiyê yên ji bo Makezagona Nû, ji bo protesto kirina dernexistina berpirsên komkujiya Roboskiyê çalakiyekî bêdeng pêkanîn.

Endamên Hewildana Aştiyê yên jib o Makezagona Nû, ji bo protesto kirina dernexistina berpirsên komkujiya Roboskiyê li ser Cadeya Kibris Şehîdleriyê çalakiyek bêdeng pêkanîn. Gelek welatî û redkarê wijdanî Halîl Savda jî tevlî çalakiyê bû. Di çalakiyê de pankarta “Belkî hûn dê qezenc bikin lê gotinek min heye: Ger bombeyên ku ez kuştime edalet ne kuştibe, ez daxwaza edaletê dikim. Yan ji ber ew bombeyên pereyek zêde lê mezaxtine ez kuştime, pêwîste ez lêborînê bixwazim, yan ji ber ku hedefa xwe şaş nekiriye û ez kuştime sipasiya Serfermandarê Giştî bikim?” vekirin. Her wiha di çalakiyê de dowîzên “Em êşê na, aştiyê parve bikin”, “Şer na muzakere, mirin na çareserî”, “Êdî 34 canên li Roboskiyê tune ne. 346 roj derbazbûn bersûc li kuderê ne” hatin hilgirtin. Çalakiya bi awayek bêdeng dewam dikir, welatiyên derdor bi çepikan piştgirî danê. Komê çalakiya ku bêdeng dabû destpê kirin, bêdeng jî bidawî kir.