Ji bo Roboskî li Kurdistanê jiyan rawestiya

Ji bo Roboskî li Kurdistanê jiyan rawestiya

Li Bakûrê Kurdistanê di salvegera komkujiya Roboskiyê de jiyan rawestiya û her kes di şînê de ye. Li gelek bajar û navçeyan ji bilî firin û dermanfiroşan hemû dikan girtîne û xwendekaran jî dibistan boykot kirin. Welatî ji bo bîranîna amadekariyan dikin û li gelek bajar û navçeyên Kurdan polîsan jî gelek tedbîr girtin.

AMED

Li navçeyên Erxanî, Lîce, Bismil û Hezo yên Amedê bi armanca salvegera komkujiya Roboskiyê dikan nehatin vekirin. Ji bîlî firin û dermanfiroşan hemû dikan girtîne. Li Bismilê li bendêye ku piştî nimêja înê meş pêk bê û daxuyanî bê dayîn.

MÊRDÎN

Li navçeyên Dêrîk, Qoser, Nisêbîn û Stwerê jî bi heman armancê esnafan dikanên xwe venekirin. Li Dêrîkê li gel dikana wesayît jî naxebitin. Li Nisêbînê xwendekaran jî dibistan boykot kirin û ajokaran wesayîtên xwe nedan xebitandin. Polîsan jî li ber saziyên dewletê tedbîr girtin.

RIHA

Şaxa MAZLUMDER'ê ya Riha jî bi heman armancê belgefilma "Dayê negirî ez li cihe xweş im" pêşkanda. Li Navenda Çandê ya Helbestvan Nabî pêşandan pêk hat. Seroka Şaxa MAZLUMDER'ê Meral Dervîşoglu, diyar kir ku di komkujiyan de rola dewletê heye.

Li navçeya Pirsusê ya Rihayê esnafan bi armanca şermezarkirina komkujiyê dikanên xwe venekirin. Li navçeyê ajokaran wesayît nedan xebitandin û xwendekaran jî dibistan boykot kirin.

ÊLIH

Li Êlihê jî esnafan bi heman armancê dikanên xwe venkirin û hinek xwendekaran jî dibistan boykot kirin. Li kolanan bêdengî heye. Platforma Demokrasiyê ya Êlihê dê di demjimêr 13.00'an de li Parqa Ataturkê daxuyaniyê bide çapemeniyê.

ŞIRNEX

Li navenda Şirnex, navçeyên Cizrî, Silopî, Hezex, Qileban û Elkê jî bi heman armancê esnafan dikanên xwe venekirin. Li navçeyan tenê firin û dermanfiroş vekirine. Bi hezaran welatî ji bo tevlî bîranîna komkujiyê bibin ber bi Roboskiyê ve derketin rê. Polîs û leşkeran li ser riyên diçin Roboskiyê nokteyên lêgerînê danîn.

GIYADÎN

Li navçeya Giyadînê ya Agiriyê jî bi heman armancê esnafan dikanên xwe venekirin. Li navçeyê hemû dikan girtîne û li gelek nokteyan polîsan tedbîr girtin.

GEVER

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê ya ku duh piştî meşê bûyer derketin jî esnafan dikanên xwe venekirin. Ligel esnafan ajokaran jî wesayîtên xwe nedan xebitandin. Li navçeyê heyetîk qelebalik ber bi Roboskiyê ve derket rê.

ŞEMZÎNAN

Li navçeya Şemzînan a Colemêrgê jî bi heman armancê esnafan dikanên xwe venekirin. Li navçeyê wesayît jî naxebitin. Li navçeyê di demjimêr 13.00'an de dê li ber avahiya BDP'ê ya Şemzînan daxuyanî bê dayîn.

KOP

Li navçeya Kopê ya Mûşê ji bî heman armancê esnafan dikanên xwe venekirin. Rêxistina BDP'ê ya Kopê pankrata wêneyên kesên jiyana xwe ji dest dan û pateyê reş daliqand. Li navçeyê di demjimêr 13.00'an bi armanca şermezarkirina komkujiyê meş bê lidarxistin û daxuyanî bê dayîn.

COLEMÊRG

Li Colemêrgê jî bi heman armancê dikan nehatin vekirin û xwendekaran dibistan boykot kirin. Li kolanan polîsan tedbîr girtin.

ÇELÊ

Li navçeya Çelê ya Colemêrgê jî esnafan dikanên xwe venekirin û wesayîta nexebitin. Ligel vê yekê welatî ji malên xwe dernakevin.

BAZÎD

Li navçeya Bazîdê ya Agiriyê jî esnafan bi heman armancê dikanên xwe venekirin. Li navçeyê di demjimêr 13.00'an de dê meş bê li dar xistin.