Ji bo rakirina qedexeya PKK'ê kampanya îmzeyan
Ji bo rakirina qedexeya PKK'ê kampanya îmzeyan
Ji bo rakirina qedexeya PKK'ê kampanya îmzeyan
Ji bo rakirina qedexeya PKK'ê ku ji sala 1993'an û vir ve li Elmanyayê di meriyetê de ye, bi pêşengiya komek ji zanyaran kampanya îmzeyan hat destpêkirin. Îmzeyên li ser înternetê tên berhevkirin, wê ji Serokwezîra Elmanyayê Angela Merkel re bên şandin.
Piştî ku gerîlayên HPG û şervanên YPG'ê hem li Rojava hem jî li Başûrê Kurdistanê bi têkoşîna xwe ya li dijî çeteyên DAIŞ'ê re ketin rojeva cîhanê, li Elmanyayê nîqaşên li ser rakirina qedexeya PKK'ê tê meşandin. Li gel banga gelek parlamenter, rojnamevan û akademîsyenan jî, Wezareta Karên Hundir a Federal çend roj berê ragihandibû ku wê qedexe dewam bike.
Li ser vê yekê, bi pêşengiya komek ji zanyaran, ji bo rakirina qedexeya PKK'ê ya ji sala 1993'an û vir ve di meriyetê de ye, kampanya îmzeyan hat destpêkirin. Berî her kesî van kesayetan mora xwe avêtin binê kampanyayê: Eckart Spoo, Prof. Dr. Mohssen Massarrat, Laura von Wimmersperg, Prof. Dr. Norman Paech, Reiner Braun, Prof. Dr. Andreas Buro, Prof. Dr. Ulrich Gottstein, Prof. Dr. Werner Ruf û Dr. Peter Strutynski.
Zanyaran di bangawaziyê de bi taybetî bal kişandin ser êrîş û hewldanên komkujiyê yên çeteyên DAIŞ'ê li hemberî Kobanê û têkoşîna şervanên Kurd bi kurtasî hat vegotin. Akademîsyenan, ji bo berxwedana Kobanê bêtir asê nemîne bang li Elmanya û Tirkiyeyê kirin û xwestin qedexeya li ser PKK'ê were rakirin.
Di metnê de hat ragihandin ku xwepêşandanên alîgirên PKK'ê di demên dawî de li Elmanyayê pêk tînin bi awayekî aştiyane derbas dibin û xet û rêbaza nû ya têkoşîna PKK'ê hat vegotin. Akademîsyenan bibîr xistin ku gerîlayên PKK'ê li Şengalê pêşî li qirkirinekê girtin û destnîşan kirin ku bi modela li Rojava hatiye avakirin re Misilman, Xiristiyan, Asûrî, Ereb û Kurd bi awayekî aştiyane bi hev re dijîn.
Îmzeyên di çarçoveya kampanyayê de li ser înternetê bên komkirin, wê ji Serokwezîra Elmanyayê Angela Merkel re bên şandin. Yên dixwazin mora xwe biavêjin binê kampanya bi sernavê "Ji kerema xwe re qedexeya PKK'ê rakin" dikarin bikevin vê navnîşana înternetê:
https://www.openpetition.de/petition/online/heben-sie-bitte-das-pkk-verbot-auf