Ji bo rakirina qedexeya li ser PKK'ê wê li Berlînê meş pêk were

Li paytexta Elmanya Berlînê, ji bo rakirina qedexeya li ser PKK'ê, wê meş û mîtîngek were lidarxistin.

Li paytexta Elmanya Berlînê, ji bo rakirina qedexeya li ser PKK'ê wê meş û mîtîngek were lidarxistin. Pêşnûmeya Partiya Çep a ji bo rakirina qedexeya li ser PKK'ê wê di 26'ê Sibatê de li Parlamentê bê nirxandin. Beriya vê nirxandinê, Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (NAVDEM), Partiya Çep û saziyên li Berlînê, bi hev re çalakiyekê lidar dixin.

Di civîna bi vê armancê li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Berlînê hat lidarxistin de li gel Hevserokê NAVDEM'ê Yuksel Koç û Parlamenterê Parlamenta Eyaleta Berlînê yê Partiya Çep Hakan Taş, nûnerên Komîteya Piştevaniya Kurdistanê, ANTÎFA, NAO, Azadî, Ked û Pêşeroj, Însiyatîfa Piştevaniya Kobanê, Platforma Demokratîk a Gelên li Berlînê, Meclîsa Jinê ya DESTDAN, KNK Berlîn, AvEG-Kon, Tev-Çand, NAVDEM Berlîn, Ozan Şahtûrna û Ozan Şiyar amade bûn.

Hevserokê NAVDEM'ê Yuksel Koç di dawiya civînê de li ser çalakiya li Berlînê ya ji bo rakirina qedexeya li ser PKK'ê daxuyaniyek da çapemeniyê. Koç ragihand ku ji bo meşa 21'ê Sibatê ya bi dirûşma 'Bila qedexeya li ser PKK'ê bê rakirin! Em Kobanê û Rojava biparêzin' wê saet di 14:00 de li Rostdamerplatzê wê girseya gel kom bibe. Koç got, "Ji vir jî wê ber bi Bradenburger Tor meş were lidarxistin û li mîtîng bê lidarxistin. Di 26'ê Sibatê roja nirxandina pêşnûmeya Partiya Çep a li Parlamentê wê civîneke çapemeniyê were lidarxistin. Di civîna li ber parlamentê ya saet di 16:00 de parlamenter, nûnerên partiyên siyasî û saziyên li Berlînê wê amade bin.