Ji bo rakirina parêzbendiya Aydenîz biryar hate dayîn

Ji bo ku ‘rakirina parêzbendiya’ Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz biryar hate dayîn.

Ji bo ku ‘rakirina parêzbendiya’ Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz Komîsyona Amadekar a ji aliyê Komîsyona Makeqanûnê û Edaletê ya Meclîsê hatibû amadekirin, civiya. Civîn bi qasî du saetan domiya.  Parlementerê HDP’ê Abdûllah Koç, parlementerê CHP’ê Rafet Zeybek, parlementerên AKP’ê Emîne Zeybek û Orhan Kircali jî tevlî civînê bûn.

Parlementerê HDP’ê Abdûllah Koç bi qasî saetekê parastin kir û diyar kir ku helwesta li hemberî Aydenîz siyasî ye û di warê hiqûqî de divê parêzbendiya wê neyê rakirin. Koç got “Di dosyeyan de derbarê miameleya xerab a li ser parlementera me dîmen tune. Mafê xwepêşandan û meşê hatiye betalkirin. Li gorî biryarên Dadgeha Makeqanûnê û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê tevnegeriyane. Em careke din dibînin ku dema ku HDP’yî bin betalkirina parêzbendiyê bi hêsanî tê kirin. Em ê têkoşîna xwe bidomînin.”

Rafet Zeybek jî li ser navê CHP’ê axivî û diyar kir ku divê parêzbendî neyê rakirin. Di komîsyonê de ji bo rakirina parêzbendiyê 3 dengên ‘erê’ û 2 dengên ‘na’ hatin dayîn. Bi dengên parlementerên AKP’ê ji bo rakirina parêzbendiya Aydenîz raporek hate amadekirin.

Ji bo ku helwesta xwe ya mûxalefetê bidin, heta 18’ê Tîrmehê dem dan CHP û HDP’ê.

PÊVAJOYA PIŞTÎ WÊ

Komîsyona amadekar wê tevî helwestên mûxalefetê raporê pêşkêşî Komîsyona Tevlihev bike, ev komîsyon jî wê li ser raporê nîqaşan bike. Di dema nîqaşa raporê de wê Aydenîz an jî parlementerek karibe parastinê bike. Heke di Komîsyona Tevlihev de ji bo rakirina parêzbendiyê biryar were stendin wê pêvajo dewrî Desteya Giştî were kirin.