Ji bo qirêjkirina çeketê Gokçek 10 sal cezayê girtîgehê

Ji bo qirêjkirina çeketê Gokçek 10 sal cezayê girtîgehê

Şaredarê Bajarê Mezin a Enqereyê Melîk Gokçek ku ji ber îdîayên nelêrêtî, daxuyaniyên dij jinê rastî bertekan tê, di 2012’an de du jinan hêk avêtibûn Gokçek û ceketê wî qirêj bibû. Dadgehê ji bo her du jinan heta 10 sal û 4 mehan cezayê girtîgehê xwest.

Di Hezîrana 2012’an de Melîh Gokçek li dijî kurtajê derketibû û gotibû ‘sûcê zarok çi ye, bila dayik xwe bikuje’. Jinan bertekên tund nîşan da û protesto kirin. Danişîna li 24’emîn Dadgeha Cezaya Asliye ya Enqereyê hat dîtin, jina bi navê Neslîhan Uyanik û Nebiye Mertturk û parêzerên wan tevlî bûn. Di danişînê de du jê parêzvanên Gokçek 4 kes wek şahid hatin guhdarkirin.

Şahid Elîf Dogan diyar kir ku parêzvanên Gokçek du ciwan bi mirinê tehdîd kiriye. Parêzvanê Gokçek, Selçûk Sarikaya îfadeya ku dabû dozger dubare kir.  Parêzerê jinan Tonguç Cankurt jî got : “Di dîmenan de hûn dibêjin;Gokçek bavê min e. Ji bo wê ez dimirim û dikujim jî.’ Gelo tu behsa çi dikî? Dikarî hinek vekî.

Parêzarê Gokçek Çagri Alkan jî got tu eleqeya pirsê bi dozê nîne û îtîraz kir.

Dozgerê Komarê Şafak Guler nêrîna xwe got û diyar kir ku gumanbaran di dema bûyerê de heqaret li Gokçek kirine, tehdîd kirine û hêk avêtine wî, çeketê wî qirêj kirine. Dozger ji ber vê daxwaza cezayê girtîgehê kir. Dozger der barê jinan de ji 3 sal û 6 mehan heta 10 sal û 4 mehan cezayê girtîgehê xwest.