Ji bo Qeymeqam bersiv: Înfaz bi aşkera rû da
Ji bo Qeymeqam bersiv: Înfaz bi aşkera rû da
Ji bo Qeymeqam bersiv: Înfaz bi aşkera rû da
Ji bo Kader Ortakaya ku ji aliyê leşkerên Tirk ve hat qetilkirin Qeymeqamê Pirsûsê ku gotibû ‘Li Sînor tiştekî wisa rû nedaye’ Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Îbrahîm Ayhan besiv da Qeymeqam. Ayhan da zanîn ku dema Ortakaya hat qetilkirin li sînor bûye û wiha got: “Li ber çavên me pêk hat. Li sînor bi rastî jî tu hişyarî nehat kirin û gule barandin. Ev mirovên sîvîl in. Bi aşkera înfaz kirin."
Kader Ortakaya ya li sînorê Pirsûs û Kobanê ji aliyê leşkeran ve hate qetilkirin şûnde, Qeymeqamê Pirsûsê Abdullah Çîftçî der barê mijarê de daxuyaniyek da. Çîftçî îdîa kir ku li sînor bûyerek wisa rû nedaye û îdîa kir ku der barê muxadeleyê de bi leşkeran re hevdîtin kiriye û di dema mudaxaleyê de çek nehatine bikaranîn, bi bombeya gazê mudaxale kirine. Çîftçî îdîayên xwe wiha berdewam kir: “Koma ku li sînor bû bi keviran êrîşî leşkeran dikin û leşker bi bombeyên gazê mudaxale dikin. Teqez leşkeran bi çekê êrîş nekirine. Gule nehatine reşandin. De barê ku li sînor bûyerek wisa pêk hatiye tune. Teqez li sînorê me tiştek wisa çênebûye. Îthîmaleke mezin ev kes li Kobanê lê dane."
LI BER ÇAVÊN ME PÊK HAT
Îbrahîm Ayhan jî der barê daxuyaniya Qeymeqam de axivî û got daxuyaniya Qeymeqam daxuyaniyek klasîk a dewletê ye û wiha got: “Ez di dema bûyerê de li wir bûm. Min bi çavên xwe dît. Van kesan dema ku sînor derbas dikirin, berê wan ne li me de bû. Me hişyariyek nebihist. Ber bi Kobanê ve diçûn. Mirovên sivîl bûn. Pişta wan li leşkeran bû.”
Ayhan da zanîn ku Ortakaya hedef hatiye girtin û bi aşkera hatiye înfazkirin.