Ji bo qetlîamkerên Sêwasê rêya tehliyekirinê vedibe
Ji bo qetlîamkerên Sêwasê rêya tehliyekirinê vedibe
Ji bo qetlîamkerên Sêwasê rêya tehliyekirinê vedibe
Hat ragihadin ku hin ji failên Qetlîama Sêwasê ya di sala 1993’yan de li dijî rewşenbîrên Elewî pêk hat şandine Girtîgeha Metrîsê û ji ber rewşa tenduristiya wan dibe ku bên berdan.
Parêzerê mexdûrên Qetlîama Madimakê Şenal Sarihan ku derbarê mijarê de daxuyanî da rojnameya Cumhuriyetê destnîşan kir ku wê sibê bi daxwaznameyê serî dozgeriya Sêwas, Enqere û Stenbolê bidin hejmar û rewşa tenduristiya failên şandine Girtîgeha Metrîsê pirs bikin. Sarihan got: “Di sûcên li hemberî mirovatiyê de divê ji tu parastina taybet feydeyê nebînin” û da diyarkirin ku divê hessasiyetên malbatên mexdûrên Qetlîama Sêwasê li ber çavan bên girtin.
Sarihan di berdewama axaftina xwe de got, “Ji ber ku em huqûqekî ku xwe dispêre mafên mirovan diparêzin, em alîgirin ku dema hukûmxwarek û girtiyek nexweş be, were berdan. Lê belê ji ber ku heta niha têkildarî bersûcên doza Qetlîama Sêwasê li gorî huqûqê û rastiyê tiştek nehatiye kirin em di nav gumanan de ne.”