Ji bo polîsê ku Mawda kuşt, cezayekî mîna xelatkirinê

Li Belçîkayê, di doza darizandina polîsekî de ku keça Kurd Mawda kuşt, tenê daxwaza cezayê salekê yê taloqkirî hate kirin.

Mawda Şawr di Gulana 2018'an de di dema şopandina qemyoneke penaberan de ji aliyê polîsan ve hate qetilkirin. Di encama gulereşandina li qemyonê de fîşek li serê Mawda ya 2 salî ketibû.

Di şeva 16-17'ê Gulanê de qemyonek ku 30 penaber tê de bûn li ser rêyekê ji aliyê polîsan ve hatibû şopandin û bi îdîaya ji bo rawestandina qemyonê polîsan gule berdan qemyonê.

Doza li ser mijarê piştî du salan di 23'ê Mijdarê de li dadgeha ceza ya Monsê dest pê kir. Ji bo polîsê ku gule berda qemyonê hate xwestin ku cezayê salekê yê girtîgehê yê taloqkirî bê birîn.

Polîs Vîctor-Manûel Jacînto Goncalves di vê dozê de bi 'kuştina ne bi mebest' tê darizandin.

Goncalves di dema rûniştina dozê de got, "Eger min zanîbûya zarokek lê ye, min ti carî ranedihişt çeka xwe."

Li gorî medya Belçîkayê, parêzera malbata Mawda Selma Benkhelîfa got, "Dibêje, eger zanîbûya ku zarokek (di wesayitê de) hebû çeka xwe dernedixist... Diviyabû çeka xwe qet dernexistibûya, ewqas."

Di gilînameyê de işaret bi bêbaldariya polîs hate kirin. Li gorî îdîanameyê nedibû ku polîs nizanîbû ku çi metirsî li ser yên di qemyonê de ne heye.

Dozger got, "Mebest û armanca xwe ne ew bû ku jiyana hinekan bixe metirsiyê, lê belê di nava van şert û mercan de nerast e ku çek hat bikaranîn."

Li gorî Benkhelîfa, gotina ku polîsê kiryar bi kar anî li îdîaya "bi qezayekê fîşek hate teqandin" nayê.

Dozger argumanên malbata Mawda û parêzerên wan red kir. Malbat û parêzer dixwazin ku bûyer weke 'kuştina bi zanebûnê' bê nirxandin. Piştgiriyeke berfireh a civakî ji malbata Mawda re tê dayin. Heta niha gelek kesayetên naskirî bi daxuyaniyan piştgirî dane malbatê. Derhêner Ken Loac û stranbêj Peter Gabrîel jî di nav de.

Dozgerê ku xwest tenê salek cezayê taloqkirî li polîs bê birîn, xwest ku 10 sal li ajokarê qemyonê û 7 sal jî li bazirgan bê birîn. Her wiha ji ber 'dubarekirina sûc' hatiye xwestin ku cezayê giran li ajokar bê birîn.