Ji bo piştgirîkirina Efrînê ceza li xwezaparêzan hatin birîn

Çalakiya piştgirîkirina Efrînê ji aliyê rejîma Îranê ve weke sûc hate dîtin. Du çalakvanên xwezaparêz ên dema êrîşên dagirkeriyê li Efrînê dom dikir, çalakî lidar xistibûn hatibûn girtin, salek û 6 meh ceza lê hatin birîn.

Li gorî nûçeya Tevna Mafê Mirovan a Kurdistanê, dema ku êrîşên dagirkeriyê li Efrînê dewam dikir, du çalakvanên xwezaparêz ên bi navê Cehferê Emînî û Hamin Spehrî çalakî kiribûn û ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve li Bûkanê hatibûn girtin û piştre hatibû berdan.

Xwezaparêz Cehferê Emînî û Hamin Spehrî yên endamên Encûmena Xwezaparêz a Welat li bajarê Bûkan ê Rojhilatê Kurdistanê ye. Dema êrîşên dewleta Tirk a li ser Efrînê bi dijwarî dom dikir, çalakî lidar xistibûn. Di dema çalakiyê de ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatibû girtin.

Piştî hatin berdan û şûnde Li Dadgeha Ûrmiyê doza herdu xwezaparêzan carekî din hate vekirin û piştgirîkirina Efrînê weke sûc hate nîşandan û ji bo Cehferê Emînî û Hamin Spehrî salek û 6 meh cezayê girtîgehê xwest.

Hêjayî bibîrxistinê ye di Roja Têkoşîna li Dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Efrînê de sepandina cezayê girtîgehê balê dikişîne.